Însiyatîfa Ronakê dê li Şa Performansê bernameyeka bi navê “blog û blogerî” pêk bîne. Bername dê 28ê Sibatê siet: 20:00ê be.
Li ser blog û blogeriyê Mewlud OĞUZ, Azîz TEKÎN û Esrakê dê biaxivin. Moderator Mem Arîn e.
Şa Performans
Şa Performans navendeka çandê ye û li bajarê Stenbolê ye. Şa performansê biryar dabû meha Sibatê(meha duyem) 16 bernameyan pêk bîne.
Di bernameyan de belgefîlmên; Rewşen, Çinara Sipî, Bîra min Têtin, Berxwedana 33 Salan Dayika Berfo hebûn.
Li ser Roja Zimên û Çîrokên Kurdî Zana Farqînî û Erol Şaybak axivîn. Di bernameyê de Şanoyên; Mîrzayê Bicûk, Kirecîyê Nû, Ses, Bêrû û Ji Akademîye re Raporek hebûn.
Navendê ji 16 bernameyên xwe 14 pêk anîne. Nîşandana şanoya Mîrzayê biçûk û bernameya blog û blogeriyê mane.
Insiyatîfa Ronakê
Insiyatîfa Ronakê ku xwediya bernamê ye, ev demek e li ser edebiyat û zanistiyê li Stembolê çalakiyan pêk tîne. Çalakiyên Insiyatîfê pirtir li ser edebiyatê ne . Insiyatîf di heman demê de niha pêşbirkeka xwendinê birêve dibe. Yek ji taybetmendiyên Insiyatîfê ew e ku hemû karên wan bi zimanê Kurdî ye.
(MB)