Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Lêkolînên Karûbarên Rewşa Awarte, serlêdanên bi dehan Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekiriye ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji karên xwe hatibûn avêtin.
Komeleya BİRARADAyê (Bihevre) li ser vê rewşê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Komeleyê gotiye, “Serlêdanên bi dehan akademîsyenên endamên komeleya me jî nehatine qebûlkirin.”
Bixwîne - Akademîsyenên Aştîxwaz
Komeleyê her weha diyar kiriye ku “Ev biryarên Komîsyonê nayên qebûlkirin.”
“Wê têkoşîna me dewam bike”
Komeleyê di daxuyaniyê de wiha gotiye:
“Komeleya BİRARADA, ji bo mexdûriyetên akademîsyenan were dîtin kar dike û vî karî weke berpirsiyarikeye civakî digire ser milê xwe ku ev akademîsyen bi KHKyan ji kar hatine dûrxistin, neçarî teqawidiyê hatine kirin û wan bi mirina sivîl re rûbirû hiştine. Dîsa bi berdewamî wê têkoşîna hiqûqî bişopîne ku ji bo mexdûrbûna akademîsyenan ji holê rabe, tê dayîn.”
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin.
(EMK/FD)