Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weşanên medyayî yên li ser êrîşa bi bombeyan ya li ser otobêsa polîsan ku îro li Stenbolê pêk hatibû, hat qedexekirin.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonên Tirkan(RTUK) hemî weşanên li ser înternetê, yên bideng, nivîskî û bi dîmen ji bo demê lêpirsînê qedexe kir.
Qedexeya weşanê
Li gor agahiyên destpêkê bi êrîşa li Veznecîlera Stenbolê hatibû kirin, 11 kes mirine û 7 ji wan polîs in, 36 kes birîndar in û jiyana 3 birîndaran di xetera mirinê de ye.
Serdozgeriya Dadgeha Stenbolê ya Cezayên Sûlhê ya 10. ji dadgeriya heman dadgehê xwest ku ew biryara qedexeya weşanên li ser bûyerê bide, dadgeriyê daxwaz qebûl kir.
Biryarname û bingeha wê ya qanûnî weha hatin eşkerekirin.
‘’Ji bo parastina saxlemiya civakê, parastina neteweyî û parastina nîzama civakî, parastina yekparçetiya axê, ji bo dadgerî bikare bêalîyane desthilata xwe biparêze, heta lêpirsîn bê temamkirin li gor xala ¾ ya qanûna 5187 qedexe ye di heqê lêpirsînnameyê de nûçe, rexne hevpeyvîn û hwd li înternet, medyaya civakî û medyaya dîmenî(dîtbarî) bên belavkirin.’’(BK/MB)
**Wêne: AA