Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Birêvebiriya Metroyên Stenbolê xwest hemî rêwî çaqên xwe bidin hev û li ser kursiyan xwe pehn nekin.
Metro Istanbulê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bangî welatiyan kir: “Êdî bes e ji xwe pehinkirinê. Li hemî derên dinyayê hatiye qebûlkirin. Hûn jî guh bidin vê rêbazê û yên guh nedinê jî hişyar bikin.”
Metro Istanbulê eşkere kir ku li metroyan nivîs û wêneyên hişyarkirina ji bo şeklê rûniştinê dê bê danîn.
Kolektîfa Femînîstan a Stenbolê di sala 2014ê de kampanyayeka bi navê “cihê min venegire” dabû dest pê kirin. (ÇT/MB)