Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
11 sal berê di encama bombebarana balafirên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilaban a Şirnexê 19 jê zarok 34 kes hatibûn qetilkirin. Qurbaniyên Roboskiyê li ser gorên hatine bibîranîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tifaqa Ked û Azadiyê, parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sağkan û serokên baroyên herêmê beşdarî bîranînê bûne.
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokê HDPê yê Bajarê Stenbolê Ferhat Encu, ku komkujiyê de xizmên wî hatibûn kuştin, bal kişand ser bêedaletiya di komkujiyê de û got, "Serokomar Erdogan got ku ew ê nehêlin serê komkujîyê di korîdorên tarî yên Enqereyê de were nixumandin. Îro li Enqereyê beton li ser komkujiyê hat rijandin."
"Faîlên komkujiyê li holê ne”
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê jî got; "11 sal derbas bûye lê hê ûcdar nehatine darizandin."
“Di destê malbatan de tenê wêne hiştin, hêsir di çavên malbatan de hiştin. Lêpirsînek bi bandor nehat kirin, faîl nehatin eşkerekirin.
"Faîl li holê ye, yên ku ferman dane û sûcdar jî li holê ne. Tişta ku li holê nîne edalet, hiqûq û bêwijdaniya kesên ku vî welatî bi rêve dibin e.
Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû bal kişand ser nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî komkujiyê û got: "Serfermandariya Giştî ya wê demê, siyasetmedarên wê serdemê faîlên vê komkujiyê ne."
Serokê TBBê Erinç Sagkan jî diyar kir ku "her cara ku ew tê Roboskîyê ji şerma nikare li rûyê malbatan mêze bike."
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku hemû bûyerên ku têkildarî qetilkirina Kurdan e bi bêcezatiyê biencam bûye û wiha got: "Dema em van tiştan dibêjin guhên xwe digirin. Lê em ê têbikoşin.” (ZB/RT/AY)