Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ew kesên cihû 9ê Îlonê ketin sala 5779ê, ew ê heta 12ê Îlonê sersalê pîroz bikin.
Xelkê cihû piştî şîvê hêviyên xwe yên ji bo sala nû diyar dikin û diayan dikin.
Cihû, di sersalê de jî wek Şabbatê(rojên Şemiyan) nanê wek keziyan hatîn honandin yên bi navê halla dixwin. Ew nanî girover dikin û ev yek dewra dinyayê nîşan dide.
Xêrxazî
Divê bawermend ji Roş Aşanayê heta Kipurê xêrxwaziyan bikin.
Yek ji mesûliyetên dîndaran ew e ku divê xelkê hewce bibînin û alîkariya wan bikin.
Ber bi Xwedayî ve
Li gor baweriyê di hinarekê de 613 lib hene û her libeka ew di Roş Aşanayê de dixwin wan piçekê nêzîkî Xwedayî dike. Ew masîyan ji bo bereketê, şîranîya sêvan ji bo dil-rehmîyê û xurmeyan ji bo kuştina xerabiyên di dilî de dixwin.
(PT/MB)
*Çavkanî: Şalom