*Foto: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU) derbarê kuştinên failên wan nediyar ên salên 1990î de pêk hatine, daxuyaniyek weşandiye. Kuştinên failên wan nediyar piştî daxuyaniyên Sedat Pekerî careke din ketin rojevê.
Di daxuyaniya nivîskî de ESUyê wiha gotiye:
“Di salên 1990î nêzîkî 17 hezar kuştin û bûyerên failên wan nediyar pêk hatine ku Suryaniyên li herêma Turabdînê jî bûne hedef, di encama van êrîşan de pêleke koçberiyê ya xurt ber bi Ewropayê ve destpê kiriye. Di vê demê de bi qasî 60 suryanî hatin kuştin û ew bûyer nehatin ronîkirin, ew daxwazên ji parlamentoyê jî hatin kirin bêbersiv man.
“Pirsgirêka ewlehiyê, şerê asta wê nizm, hebûna hêzên paramîlîter di salên 199î de bandoreke mezin li ser Suryaniyên Herêma Turabdînê kiriye, bi valakirina gundan, revandin, gefxwarin û kuştinên failên wan nediyar, pêşek bûn hedef û hatin kuştin.
“Divê bi taybet bê gotin ku ew kesên îro li Tirkiyeyê behsa wan dikin û navê wan di medyayê de derbas dibin, di salên 1990î de bi awayekî fermî wezifedar bûn.
“Ji bo li Tirkiyeyê aştiya civakî, demokrasî, azadî, pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên azadî û mafên bingehîn çareser bibin, divê hemû hêlên binpêkirinên mafan ên di salên 1990î de pêk hatine derkevin holê û daxwaza edaletê bi awayekî zelal pêk were.
“Em, Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê, ji bo kuştinên failên wan nediyar û winda derkevin holê, dibêjin ku em ê têkoşînê bi hêzên demokrasiyê re berdewam bikin û em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê.”
(RT/FD)