Bila Cejna Noelê ya Ermenan pîroz be
Ermenên li Tirkiyeyê Noelê bi navê Surp Dzinunt (Vejîna Pîroz) di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin.

Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ermenên li Tirkiyeyê Noelê bi navê Surp Dzinunt (Vejîna Pîroz) di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin.
Li gorî salnameya Dêra Ermenan Cejna Noelê îşev e. Ermenên li Tirkiyeyê Noelê bi navê Surp Dzinunt (Vejîna Pîroz) di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin. Amadekariya ji bo Noelê li Dêra Ermenan heft hefteyan didomin. Navê vê, Hisnag e.
Di yekem, çarem û heftem hefteyên Hisnagê de endamên dêrê parêzeke vejeteryan dikin. Her rojên şemiyê di berbangê de diayan dikin û îlahiyan dibêjin. Her weha findeke nû ya binevşî vêdixin.
Şeva sersalê di nava vê deme de ye ku endamên dêrê vê şeve bi malbatên xwe re dimînin. Heman rojê diçin dêrê û diaya şikirkirînê dikin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.