Îro Cejna Êzî ya êzdiyan e. Cejna Êzî yek ji cejnên herî mezin ên êzdiyan e û êzîdî 3 hefteyan ango 9 rojan rojiyê digirin û paşê cejnê pîroz dikin.
Eejna Êzî bi "Cejna Rojiya Mezin" jî tê naskirin ku di sê hefteyan de her heftê sê rojan rojiyê digrin. 3 rojên şêşimsê, 3 rojên xwedan, 3 rojên êzî piştî 9 rojan rojî sêşem, çarşem û pêncşem roja înê roja cejnê ye.
DEM Partî: "Cejn derbirîna domdariya jiyanê ye"
Hevberdevkên Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Mahfuz Guleryuzî daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir:
“Em Cejna Êzî li civaka Êzidî û li temamê gelên cîhanê pîroz dikin. Pir giring e ku hemû gelên cîhanê di nav wekhevî, azadî û aştiyê de bijîn. Civaka Êzidî ligel hemû zordarî û zehmetiyan qîmeta aştiyê û jiyana pevre girtine û li ser vê yekê li cîhanê bûne mînak. Civaka Êzidî di vê cejna pîroz û biwate de nefsa xwe sê rojan bi birçîbûnê perwerde dikin û ji bo 72 miletan duayan dikin. Ev cejn derbirîna domdariya jiyanê û çerxa zemên e.
“Civaka Êzidî di temamê dîrokê de nasnameya xwe, çanda xwe û kevneşopiya xwe parastine. Wêrekî û têkoşîna ku wan li dijî DAÎŞê nîşan da, remza hêz û berxwedana civaka Êzidî ye. Ligel ku di rabirdûyê de li ser wan 73 ferman hatin dayîn, ew hîna jî bi nirxên xwe yên netewî re û bi baweriya xwe re ne. Hebûna civaka Êzidiyan ji bo aştî û wekheviyê hêviyê dide hemû gelan.
“Civaka Êzidî îro li çar aliyê cîhanê belav bûne û cejna xwe li sirgûniyê pîroz dikin. Em careke din tînin zimên ku divê her takekes cejna xwe li ser axa xwe, bi azadî bikare bijî. Em hêvî dikin Cejna Êzî ji bo hemû mirovahiyê rêya aştî û wekheviyê veke. Hêviya me ew e ku temamê civaka Êzidiyan sala bê cejna xwe li welatê xwe Şengalê û li pîrozgeha Laleşê pîroz bikin.” (FD)