Fotograf: AA / Arşîv
Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema sêyem a meha Nîsanê, weke cejna Çarşema Sor pîroz dikin.
Ew ji bo pîrozbahiya Çarşema Sor, serdana Lalişa Nûranî ya li Şêxana Dihokê dikin. Êzidî bawer dikin ku di wan rojan de vejîna xwezayê pêk tê û Çarşema Sor mizgînîya rojên xweş dide.
Ji ber şewba koronayê ev du sal in li Lalişê pîrozbahî pêk nedihatin. Piştî bi du salan duh (19ê Nîsanê) li Lalişê bi beşdariya Elî Îlyas weke Şêx Babayê Nû yê êzidiyan bernameyek hatiye lidarxistin.
Piştî wefata Şêx Baba, Rêberê Olî yê êzidiyan Xerto Hacî Îsmaîliyî, Elî Îlyas bûbû Şêx Baba. Elî Îlyas, weke Şêx Baba cara pêşiyê beşdarî pîrozbahiyan bûye.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) wê bernameyekê li darbixe. Bername wê saet di 13:00ê de li Geliyê Kiwersê bi def û şibêbên olî û peyama Oldarên Êzdiyan destpê dike.
Li ser navê sazî û dezgehên Şengalê wê peyamên pîrozbahiyê werin dayîn.
Hunermend Kawa, Xemdar, Harîman Qasim, Elînt, Koma Çiyayê Şengalê, dengbêj Celo Şengalî, dengbêj Berces Xelef û helbestvan Leyla Serhan wê stranan bistirên.
Li Şingalê şer di navbera Artêşa Iraqê û Asayîşâ Êzîdxanê de derketibû
Li bajarokê Tilezêr û komelgeha Girzerik artêşa Iraqê derdora hin noqteyên Asayîşa Êzîdxanê girtibûn û xwestibûn hêzên parastina civaka Êzidî ji van noqteyan derkevin. Piştî vê, pevçûn di navbera leşkerên Iraqê û endamên Asayîşê de rû dabûn. Li herêmê hîna jî rewşa aloz dewam dike. Êzidiyên li herêmê wê di nava vê aloziyê de hewl bide, cewna xwe pîroz bike.
Derbarê Çarşema Sor de
Çarşema Sor an ku cejna serê sala kurdên êzidî ye. Yek ji wan ahengên salane ye ku kurdên êzidî roja çarşema sêyem a nîsanê pîroz dikin. Wê rojê êzidî ji herêmên cuda diçin serdana tirbe û cihên xwe yên pîroz.
Êvara roja sêşemê kurdên êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn merasîman pêşwazî li vê cejna xwe ya olî dikin.
Piştî ku wê rojê merasîmên olî bi dawî dibe, xelk vedigerin malên xwe û piştre serdana hev bikin. Xwarinên taybet çêdikin û wê rojê êzidî kulîlkan datînin ser serê xwe.
Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan pîrozbahiyan e.
Kurdên êzidî di Çarşema Sor de nanê bidohn û bikuncî amade dikin û didin kesên xizan.
Kurdên êzidî di meha Nîsanê de xwedî taybetmendiyên xwe ne û di vê mehê de ti merasîmên bûkanînê lidar nexin. Keç û kur di Çarşema Sor de diçin cem kulîlkên nîsanê, ku ev nîşana cejnê ye. Meha Nîsanê li gor baweriya Kurdên êzidî bûka salê ye.
Kurdên êzidî di cejnê de qalikê hêkan û kulîlkên sor li ber deriyên malên xwe dadiliqînîn. Keç û kurên êzidî bi ava Kaniya Spî têne pîrozkirin.
Li gor baweriya Kurdên êzidî zevî di roja çarşemê de hatiye çêkirin. 366 rojên sala Kurdên êzidî hene û êvara Çarşema Sor 366 çira li Lalişê têne vêxistin. (FD)