Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.
Ew ji bo pîrozbahiya Çarşema Sor, serdana Laleşa Nûranî ya li Şêxanê dikin ku li Dihokê ye. Êzidî bawer dikin ku di wan rojan de vejîna xweza pêk tê û Çarşema Sor mizgînîya rojên xweş dide.
Digel hemû zor û zehmetî û astengiyan Êzidî, ji roja ku derketiye heta roja me xwedî li vê cejnê derketine û pîroz kirine.
Hemû êzidî îro wê Çarşema Sorê pîroz bikin. Çarşema Sor cejina herî mezin ya êzidiyan e. Li gorî bîr û baweriya êzidiyan li gorî salnameya Rûmiyê di çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê de gerdûn hatiye avakirin û ew roj weke destpêka jîyanê tê binavkirin. Di vê roja pîroz de hemû kes di sere sibehê de ji xwe hişyar dibin û bi derketina rojê ve berê xwe didin rojê û ji bo cîhanê duayan dikin.
Derbarê Çarşema Sor de
Çarşema Sor an ku cejna serê sala kurdên êzidî ye. Yek ji wan ahengên salane ye ku kurdên êzidî roja çarşema sêyem a nîsanê pîroz dikin. Wê rojê êzidî ji herêmên cuda diçin serdana tirbe û cihên xwe yên pîroz.
Êvara roja sêşemê kurdên êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn merasîman pêşwazî li vê cejna xwe ya olî dikin.
Piştî ku wê rojê merasîmên olî bi dawî dibe, xelk vedigerin malên xwe û piştre serdana hev bikin. Xwarinên taybet çêdikin û wê rojê êzidî kulîlkan datînin ser serê xwe.
Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan pîrozbahiyan e.
Kurdên êzidî di Çarşema Sor de nanê bidohn û bikuncî amade dikin û didin kesên xizan.
Kurdên êzidî di meha Nîsanê de xwedî taybetmendiyên xwe ne û di vê mehê de ti merasîmên bûkanînê lidar nexin. Keç û kur di Çarşema Sor de diçin cem kulîlkên nîsanê, ku ev nîşana cejnê ye. Meha Nîsanê li gor baweriya Kurdên êzidî bûka salê ye.
Kurdên êzidî di cejnê de qalikê hêkan û kulîlkên sor li ber deriyên malên xwe dadiliqînîn. Keç û kurên êzidî bi ava Kaniya Spî têne pîrozkirin.
Li gor baweriya Kurdên êzidî zevî di roja çarşemê de hatiye çêkirin. 366 rojên sala Kurdên êzidî hene û êvara Çarşema Sor 366 çira li Lalişê têne vêxistin.