Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd li her derê cîhanê ji 2007an ve di 15ê Gulanê de cejna zimanê xwe pîroz dikin.
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.
Ji bo vê rojê û ji bo xemxurên ziman çend stran û bila Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be: