Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Odeya Bijîşkên Amedê û Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetê yên Civakî û Tenduristiyê (SES) daxwaza serbestiya bijîşkên girtî kirin.
7 mafparêz di navbera 21 û 24ê Tîrmehê de hatibûn girtin ku serokê berê yê Odeya Bijîşkên Amedê Op. Dr. Selçûk Mizrakli, Op. Dr. Şemsettîn Koç û endamê Lijneya Birêveberiya Navendî û Nûnerê Herêmî yê Anatoliya Navîn yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Alî Riza Yûrtsever jî di nav de bûn.
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku “Bi Rewşa Awarte re ji hemû derdorên civakê kesên ku mafparêziyê dikin rastî çewisandin û girtinan hatin ku Rewşa Awarte rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedike û bûye rejîma çewisandinê ya kêfî.
“Hevalên me yên ku hatine girtin, li Amedê û herêmê ji ber ku xwedî li pirsgirêkên tendûristî yên gel derketine, li hemberî xizaniyê têkoşîn kirine, ji hêla gel ve baş dihatin naskirin.
“Em şahidin: Hevalên me bêsûc in. Em dizanin ku hevalên me ji ber ku di hemû jiyana xwe de xwedî li nirxên bijîşkiyê yên baş, mafê tenduristiyê yê gel derketine, li gel xebatên pîşeyî têkoşîna demokrasî û aştiyê meşandine, rastî vê helwesta bêhiqûq û bêmaf hatine.”
Her du saziyan daxwaza serbestiya bijîşkan kirin. (AS/FD)