Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê bihayên nû yên xizmeta wesayitên nava bajarî eşkere kirine.
Bihayê xizmeta servîsan ji sedî 13, mînibûs ji sedî 20, teksî ji sedî 25, vapûrên İstinye-Çubukluyê ji sedî 20 hatiye zêdekirin.
Xizmeta wesayitên bi ceyranê kar dikin ji sedî 50 hatiye kêmkirin.
Bihayê herî kêm yê siwarbûna mînîbûsan ji 2 TLyan bûye 2,5 TL. Teksîmetre dê bi 5 lîreyan dest bi hesibandina heqê rêyê bike(berê bi 4 Lîreyan dest pê dikir.)
Bihayê herî kêm ê xizmeta teksîyan ji 10 TLyan bûye 13 TL.
Şaredarîyê eşkere kiriye ku ev biryar li gor dahat û enflasyonê hatiye dayin.
(TP/MB)