FOTO - NÛÇE
Biharê Geliyê Mûnzûrê bi çîçekan dixemile
Li Pulurê Dêrsimê biharê Geliyê Mûnzûrê bi çîçekan dixemile. Di floraya parka neteweyî da 227 cisnên endemîk, 1518 cureyên nebatan hatine tesbîtkirin.

*Fotograf: Sidar Can Eren / AA
Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê gelek cureyên nebatan û cisnên endemîk hene. Biharê li Geliyê Mûnzûrê siruşt bi ser xwe va tê û dîmenên hejmetkar derdikevin holê.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê li gel jiyana koviyan, bi floraya xwe ya dewlemend jî balê dikşîne û li cihên avî û di nav zinaran da çîçekên rengîn dibişkivin.
Di floraya parka neteweyî da 227 cisnên endemîk, 1518 cureyên nebatan hatine tesbîtkirin. Qazsimbil, beybûn, pîspîsk, gulhesil, gozirvan, gulberfîn û gulbihar bi taybetî hefteya ewil a gulanê dibişkivin.
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.