Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koşka Spî derbarê hevdîtina ku Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Joe Bidenî de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Biden û Erdogan duh li Romayê civiyabûn.
Di daxuyaniyê de Koşka Spî gotiye ku “Serok Bidenî gotiye ku ew daxwazkar in têkiliyên erênî berdewam bikin, qadên hevkariyê zêdetir bikin û mijarên nakok bibandor birêve bibin.”
"Bidenî behsa S-400an kiriye"
Koşka Spî di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser mijareke din, a di navbera Biden û Erdoganî de hatiye nîqaşkirin ku ew jî pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê û ya li Afganistanê ye:
“Spasdariya xwe ya ji bo rola Tirkiyeyê ya di nava NATOyê de li Afganistanê pêşkêş kiriye ku ev bîst sal in didome. Serokan pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê, şandina alîkariya mirovî ya ji bo afganiyên pêwistiya wan pê heye, hilbijartinên li Libyayê, rewşa li Rojhilatê Behra Spî û hewldanên dîplomatîk ên li Başûrê Kafkasyayê nirxandiye.
Serok Bidenî hevkariya me ya di berevaniyê de û girîngiya Tirkiyeyê ya ji ber hevkarekî NATOyê ye pesend kiriye lê ji ber Tirkiyeyê sîstema mûşekan a S-400î ya rûsan kiriye, bal kişandiye metirsiyên DYAyê. Girîngiya saziyên demokratîk ên bi hêz ên ji bo aştî û aramiyê, rêzgirtina mafên mirovan û serweriya hiqûqê bibîr xistiye.”
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê jî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku hevdîtin “di atmosfereke erênî de pêk hatiye, gotûbêj li ser têkiliyên her du aliyan û mijarên herêmî bûne.” (RT/FD)