Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê(TGS) ev cara sêyeme peymanê bi Tevna Ragihandina Serbixwe(bianet) re îmze dike.
Li Tirkiyeyê yekem malpera bi sendîkayê re peyman îmze kirî bianet bû. Peymana yekem di sala 2016an de hatibû îmzekirin.
Şêwirmenda projeya bianetê û seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê, Nadîre Mater, serokê TGSyê Gokhan Durmuş, Banû Tûna, Seroka Şaxa Stenbolê ya TGSyê, nûnera sendîkayê a bîanetê Ayça Soylemez, parêzerê TGSyê Ulku Şahîn û Parêzerê bîanetê Merîç Eyûpoglû beşdarî rêûrisma îmzekirina peymanê bûn.
Di peymanê de xalên têkildarî mafên bingehîn ên wek zêdekirina maeş, rojên betlaneya salane, azadiya edîtoran, mafê wekheviya zayendan û mafên heywanan hene.
Xala wekheviya zayenda civakî
Di peymanê de girîngiyekî taybet bi wekheviya zayendên civakî hatiye dayîn.
Di peymanê de hatiye diyarkirin ku karsaz ji bo cidaxwazî çênebe dê ji bo kesên ciwan, pîr, koçber, xwediyên pêdivîyên taybet û LGBTyan xweşbîn be.
Karsaz ji bo karkirinê û dema ji-karî-derketinê dê ji bo kesên LGBT alîkar be.
Her weha di 8ê Adarê de ji bo xebatkarên jin destura bi pere dê bê dayin. Heke ew bixwazin kar bikin ji bo wan heqê rojekê ji zêdeyî ve dê bê dayin.
Di peymanê de hatiye destnîşankirin ku ger jin bixwazin wê di demên reglî û menopozê de jî bi destûr bin.
Gotina feminist di peymanê de dîsa cîh girtiye.
Alîkariya kreş û ajalan
Di peymanê de li gel alîkariya kreşê wê alîkariya pereyi jî ji bo endamên sendîkayê yên di malên xwe de bi ajalan re dijîn, were kirin.(EMK/AY)