Fotograf: MA
Komeleya Çavdêriya li Newekheviya Zayendî (CEID) rapora xwe ya bi navê “Çavdêriya li Newekheviya Zayendî” aşkere kiriye. Li gorî vê raporê, li Wanê piştî kayûm tayînî şaredariyan bûne, gelek deskeftiyên jinan ji holê rabûne. Kayûmî gelek komele û saziyên jinan girtine û mekanîzmayên ku jin li dijî tundkariyê serî li wan didin, ji holê rakirine. Raporê diyar kiriye ku bi vê re, jin neçarî tundiyê kirine.
Yek ji damezrênerên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçeyê ji Ajansa Mezopotamyayê bi Berîvan Kûtlûyê re axiviye û encamên raporê nirxandiye.
*Zozan Ozgokçe
Ozgokçeyê gotiye ku di encama Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) de Komeleya Jinan a Wanê û Navenda Jin û Zarokan û saziyên jinan ên girêdayî şaredariyê yek bi yek hatine girtin û diyar kiriye ku, “Bi tayînkirina kayûman, deskeftiyên jinan 50 sal li paş ketine.”
Zozan Ozgokçeyê di dewama nirxandina xwe de destnîşan kiriye ku “xewstin bi girtina sazî û dezgehên jinan, jinan li malan bikin zindanî û wan neçarî dewletê û desthilatê bikin.”
“Cidakarî li jinan tê kirin”
Ozgokçeyê gotiye ku kayûm ji bo jinan ti xebateke bi ewle nake û li bajarên kayûm lê hene, ji bo jinan ti qadeke bi ewle tuneye: "Xwestin îradeya jinan bişikînin. Gelek cudakariyan li jinên kurd dikin. Him di jiyana kar de him jî di nav malbatê de pirsgirêkên wan ên cidî hene. Jinên kurd di rewşa feqîr û xizanan de dijîn.
"Dema kayûm hatin tayînkirin, me got, 'Wan ji bo jinan herî kêm 50 sal paş ve çû'. Ji ber ku bi tayînkirina kayûman, hemû destkeftiyên me ji destê me hatin girtin. Di destpêka salên 2000î de li bajêr mêvanxane tune bûn, lê me jinan bi têkoşînê mêvanxane vekir. Heke em li qanûnan binêrin divê li Wanê herî kêm 10 stargeh hebin lê tune ne. Yên heyî jî ji aliyê kayûman ve hatin girtin. Divê ev pergal bê guhertin." (FD)