Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fatih Mehmet Maçoglûyê ku weke Şaredarê Dêrsimê hatiye hilbijartin çûye mezbateya xwe werbigire lê Lijneya Hilbijartinê ya bajarî bi hinceta ewlehiyê mezbate nedane wî. Maçoglû weke namzetê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) ketibû hilbijartinê.
Maçoglûyî derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku Lijneya Hilbijartinê, ewlehî weke sedema nedana mezbateyê nîşan daye. Maçoglûyî wiha gotiye:
“Sedema nedana mezbateyê bi gotina ‘pirsgirêka ewlehiyê ya îro’ hatiye diyarkirin. Ti tiştek ne gotin ji me re. Gotin, ‘ji ber sedema ewlehiyê em rast nabînin ku îro mezbateyê bidin we, em naxwazin vê aşkere bikin’.
“Sibê piştî ku me mezbate di saet 09.00-09.30 deqîqeyan de wergirt em ê aşkere bikin bê ka kengî biçin şaredariyê. Ji ber ihtimal heye ku sibê jî taloq bikin ez vê dibêjim”. (AO/FD)