Fotograf: AA
Li Herêma Kurdistanê 996 hezar û 861 koçberên navxweyî û penaber hene ku ji ber teror û pevçûnên nava welêt cih û warên xwe terikandine.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoliyê, Navenda Kordînasyona Hevbeş a Krîzê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê li ser rewşa koçberên navxweyî û penaberan raporek weşandiye.
Di raporê da hatiye destnîşankirin ku li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 737 hezar û 365 koçberên navxweyî û 259 hezar û 496 penaber hene, ji van kesan jî ji sedî 37ê van belayî 37 kampan bûne.
Hatiye diyarkirin ku ji koçberên navxweyî û penaberan jê ji sedî 49 li Hewlêrê, ji sedî 30 li Duhokê û ji sedî 21 jî li Silêmaniyê hatine starkirin.
Penaberên Sûriyeyî û koçberên navxweyî yên Iraqê
Li Sûriyeyê dema di dawiya 2011an da şerê navxweyî dest pê kiriye, nexasim gelek Kurdên Sûriyeyî yên ku li bakurê welêt rûdiniştin, koçî Herêma Kurdistanê kirine. Koçber, Hewlêr di serî da li kampan an jî di malên ku bi derfetên xwe girtine da jiyana xwe didomînin.
Piştî ku DAIŞê di Hezîrana 2014an de ji sêyan yekê Iraqê kir bin kontrola xwe û paşê jî li Iraqê ber bi Herêma Kurdistanê koça navxweyî çêbûbû. (AY/FD)