Fotograf: Nam Kiwanuka
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegera kanadî Connie Walkerê bi podcasta ku behsa bûyerên di dibistana dêrê de hatine serê bavê xwe dikir, Xelata Pulîtzerî qezenc kiriye.
Li gorî nûçeya ku Broadcast Dialogue ê weşandiye, Connie Walker, endama Koma Okanese First Nationê ya li Saskatchewana Başûrê Kanadayê, bi bernameya bi navê "Stolen: Surviving St. Michael's", baştirîn xelata rojnamegeriyê ya cîhanî qezenc kiriye.
Walkerê derbarê xelatkirinê de bi çapemeniyê re axiviye û gotiye ku ev xelat ji bo wê pir girîng: "Ji bo min serfiraziyeke nuwaze ye. Ez li wan kesên ku van çîrokan bi wêrekî parve dikin difikirim. Divê însan van çîrokan bizanin. Êdî zêdetir kes wê van tiştan bizanibin."
Dibistanên dêran yên ku di 1880î da hatibûn vekirin di 1998an da hatine girtin û gelek zarok li van deran rastî destdirêjiyê bûne.
Ji 150 hezarî zêdetir zarokên xwecihî ji malbatên wan hatine veqetandin û li van dibistanan hatine bicihkirin û her wiha li dibistanan ji hêla keşîş, rahîbe û mamosteyên din rastî destdirêjiyê, tundiya fizîkî û derûnî hatin û her wisa hatin îstismarkirin.
Ji xeynî îstismarên ketin qeydên Komîsyona Rastî û Lihevkirinê ya di 2010an da ava bû, hat tesbîtkirin ku li ser hin zarokan ceribandinên tibî hatine kirin.
Hikûmeta Federal a Kanadayê ji ber qewimînên di dibistanên leylî yên dêran ên bi hezaran zarokan ji ber birçîbûn, serma û nexweşiyê mirin, ji mexdûran bi awayekî fermî lêborîn xwestibû.
Xelata Pulitzerî ya wekî bi baştirîn xelata medyayê ya cîhanî tê zanîn, di 21 şaxên cuda de ji bo rojnamegeran tê dayîn.
Walkerê di beşa “Baştirîn nûçegîhaniya bideng” de xelat wergirtiye. (NT/FD)