Polîsê ku li navçeya Selîma Qersê bi îdiaya ku îstîsmara zayendî li zaroka keç kiriye hat girtin.
Mamosteyê ku li navçeyê wezîfedar e, bi îdiaya ku polîsê bi navê A.M.K îstismara zayendî li xwendekara wî ya 15 salî kiriye, giliyê wî polîsî li cendirmeyan kir.
Piştî giliyê xwendekarê jî lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin. Polîsê ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin hat desteserkirin.
Piştî îfadeya polîs ya li cendirmeyan ew birine edliyeyê. Dadgeha Cezê û Aştîyê ya Qersê ve bi tohmeta ku "îstîsmara zayendî kirî" biryara girtina polîs da.
(AO/AY)