Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî kirine, doz Gulsum Elvan û Samî Elvan, dê û bavê Berkîn Elvanî vekirine.
Berkîn Elvan, di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi fîşeka gazê ya polîsan can dabû.
Li gorî nûçeya Canan Coşkûnê ya di Dikenê de hatiye weşandin, ji ber daxuyaniyên Gulsum û Samî Elvanî yên di dema doza kuştina kurê xwe de de kirine, doz li wan hatiye vekirin.
F.D. polîsê ku fîşeka gazê avêtibû, tê dadgehkirin. Piştî dadgehkirinên ku di 23ê Îlona 2020an û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de hatibû kirin, Samî Elvan û Gulsum Elvanê derbarê dozê de daxuyanî dabûn. Ji ber van daxuyaniyan doz li dê û bavê Berkîn Elvanî vebûne û di van dozan de li ser hev dixwazin bi 9 sal û 4 mehan werin cezakirin.
Erdoganî berê jî ew kiribûn hedef
Di dema çalakiyên Parka Geziyê de, Erdoganî gotibû: “Hemû kes dibêje ‘Kê ferman daye polîsan?’ Ez aşkere dikim, min ferman da.”
Piştî mirina Berkîn Elvanî, Erdoganî ev daxuyanî dabû: “Zarokekî ku rêxistinên terorê wî xistine nav xwe, di nava rêxistinên terorê de rûpoşkirî, çeqelîkek xistine destê wî, di berîka wî de xarên hesinî hene.”
Gulsum û Samî Elvanî ji ber van daxuyaniyên Erdoganî, piştî danişînên di 23yê Îlona 2020an de û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de axivîbûn û Erdogan weke berpirsê kuştina kurê xwe nîşan dabû.
Polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Kagithaneyê, ji ber daxuyaniyên wan, giliyê Gulsum û Samî Elvanî li bal dozgerî kiribûn û lêpirsîna wan hatibû kirin.
Dadgehkirina Elvanan wê li 43yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de pêk were.