Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tûgay Odabaşioglû, Serokê Baskê Ciwanan ê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Denizliyê bi îdiaya ku heqaret li Serokomar Erdoganî kiriye di 27ê Îlonê de hatiye desteserkiri.
Odabaşioglû di 18ê Îlonê li Navenda Çandê ya Merkezefendiyê di dema civîna lijneya şêwrê de li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî axiviye. Dîmenên ku di vê civînê de hatine tomarkirin, bûne sedema desteserkirina Odabaşioglû yî.
Odabaşioglû, piştî karên li midûriyeta emniyetê, birine dozgeriyê. Ji dozgeriyê we birine dadweriya aştî û cezayî ya nobedar. Dadweriyê biryara girtina wî daye. (KÖ/FD)