Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar şeva dî li Kisikliyê axivî.
Erdoganî got: ‘’Bi dilê wan be ne bi dilê wan be, em ê qişleya top berdanê li Taksîmê çêbikin, mizyeftekê li wê derê çêbikin û rêyê ji wesayitan re bi temamî bigirin.
Hin beşên axiftina Erdoganî ev in:
‘’Hêj şehîd dê çêbin’’
‘’ Me şehîd dîtin ma ne? Me 208 şehîd hene. Me hemî binax kirin. Lê bizanin ku ev ne pêngava paşiyê ye.
‘’Ev rewş dê berdewam be..
‘’Ma me çi gotibû, me kifnê xwe li xwe kiriye û em ketine ser rêyê.’’
‘’Ez ê biryara bidarvekirinê pesend bikim’’
‘’Serokwezîrî got ez jî dibêjim. Tirkiye dewleteka demokratîk û ya hiqûqê ye. Li dewleteka demokratîk a hiqûqê hûn nikarin daxwazên gelî nebînin.
‘’Heke ji bo bidarvekirinê daxwazeka bi vî rengî habe, cihê biryarê parlamento ye.
‘’Piştî biryara [li ser bidarvekirinê] ez ê pesend bikim.’’
‘’Bi tenê li Yekîtîya Ewropayê cezayê bidarvekirinê nîne’’
‘’Gelo li Amerîkayê cezayê bidarvekirinê heye? Li Rûsya û Çînê heye? Li gelek cihên dinyayê heye? belê heye. Bi tenê li Yekîtîya Ewropayê nîne. Me hin îmze avêtine. Ji beriya me ev îmze hatine avêtin. Rast e. Lê heke parlamento biryarê bide em dikarin îmzeyan betal bikin.’’ (EKN/MB)
* Wêne: Murat Çetinmühürdar / AA