Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdulbaki Erdogmûş, Ertugrul Yalçinbayir, Nesrin Nas, Rakel Dink, Riza Turmen, Tarhan Erdem, Tarik Ziya Ekinci û Turkan Elçiyê kampanyayek bi navê ““Em di xwazin jiyaneke adil bijîn” dane destpêkirin.
Di metnê kampanyayê de bal kişandine ser dewleta hiqûqî û mafê dadgehkirina adil:
“Em ew welatiyên xwedî wê baweriyê ne ku edalet xerca bingehîn a me dike civak e. Em bang dikin ku li gorî prensîba dewleta hiqûqê ya di destûra bingehîn de heye, tevbigerin.
“Em wan xalên destûra bingehîn bi dengeki bilind bibîr dixin ku mafê dadgehkirina adil, serbixwebûn û bêalîtiya dadgehan misoger dike.
“Em wan dadgehan dixwazin ku ne li gorî bendewariyên desthilatê lê li gorî pêdiviyên edaletê tevdigerin.
“Em qebûl nakin ku bibin qerebalixeke hêviya xwe ji dadê birî ye.
“Ferq nake em xwedî çi nêrîn û baweriyê bin, em dengên xwe bidin kîjan partiya siyasî lê helwesta me ev e: Em di nava jiyaneke adil de bijîn.” (AS/FD)
* Ji bo metna kampanyayê bitikîne