Bi çekan êrişî avahiya DEM Partiyê ya Sultangaziyê kirine
Li Stenbolê li dijî avahiya Rêxistina Navçeya Sultangaziyê ya DEM Partiyê êrîşa çekdarî pêk hat.

Li Sultangaziya Stenbolê li dijî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) ji aliyê kesekî ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa çekdarî hat kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê camên ku gule lê ketine şikyane.
Hevserokê Navçeya Sultangaziyê Faruk Kaya parve kiriye ku wan ji şêniyên taxê agahî girtine ku êrîş derdora saet 05.00an de pêk hatiye.
Polîsan li avahiya navçeyê lêkolîn kirin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.