Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Mêrdînê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji bo protestokirina operasyona li ser Efrînê, bi daran ve girêdana paçikên miradê û firandina findên miradê û hemî çalakîyên civakî qedexe ne.
Walîtîyê eşkere kir ev qedexe ji bo astengkirina protestokirina operasyona li ser Efrînê hatiye îlankirin.
Li gor îlana li malpera Walîtîya Mêrdînê hatî weşandin qedexe dê di dema Halê Awarte de dewam bike.
Walîtîyê flashmob jî qedexe kiriye. Flashmob çalakiyeka welê ye ku kesek ji nav koma mirovan derdikeve tiştekê ecêb dike û paşê vedigere nava komê. (AS/MB)