Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş xwest ku îxlalkirinên mafan ku bi destpêka OHALê ve li girtîgehan gelek zêdebûne werin lêkolînkirin.
Meral Daniş Beştaş di axavtina xwe ya li meclisê de bi bîr xist ku piştî destpêka OHALê dema binçavdehiştinê kirine 30 rojan û got:
‘Binçavdehiştina 30 rojan qasê ku em ji berê ve jî dizanin tê wateya îşkencekirinê.’
‘Em dixwazin careke din bînin ziman ku îşkencekirin sûcê dijmirovî ye û li hemberî kî dibe bila bibe divê tolerans lê neyê nîşandan.’
Pêkanînên nû
Beştaş destnîşan kir ku giliyên li girtîgehan gelek zêdetir bûne û di serdema dawî de mafê axaftina bi telefonê jî 15 rojan carek tê dayîn.
Îxlalkirinên ku Beştaş di axaftina xwe de anîn ziman wiha ne:
‘Mafê ji bo hevdîtinê diyarkirina 3 kesan hat rakirin, tenê xizmên sereke dikarin hevdîtinan pêk bînin. Mafê xweparastinê û hevdîtinên bi parêzeran re zeptûrept kirine.’
‘Ji ber ku ji bo girtiyên darbekaran re di zindanan de cih tine, bi îşkenceyê sewq û sirgunkirinan pêk tînin.’
‘Gelek rojname, kovar, pirtûk û kanalên televizyonê hatine qedekirin.’
‘Dest danîne ser gelek mezemeyên paqijiyê. Danûstandinên ji kantînan tên astengkirin an kêmkirin. Weke mînak li gelek cihên ku derketina derve lê hatiye qedexekirin û yek ji wan jî Şirnex e, malbatan di bin germahiya 45 dereceyan de bi saetan li bendê dimînin ku hevdîtin pêk bînin, lê dîsa jî destûr li wan nayê dayîn.
Îxlalkirinên mafan
‘Merla Daniş Beştaş got ku li Tirkiyeyê derbeyek hatiye pûçkirin lê pêkanînên derbeyeke din li her derê Tirkiyeyê tê meşandin û hin mînakên girtîgehan da ku li wan deran gelek maf tên binpêkirin.
Riha
Beştaş ragihand ku li Rihayê 2 ciwan 12 roj in di bin çavan de gireva birçîbûnê pêk tînin û got: ‘Dema ez bi rayedaran re diaxivîm ew din îşkenceyê de bûn. Ew di gireva birçîbûnê be lê şekir jî nadin wan.’
Enqere
‘Li Girtîgeha Tîpa F ya Sincanê li Girtîgeha Jinan aciziyên mezin hene, 5-6 kes di qawîşên 2-3 kesî de tên girtin. Li gorî agahiyên ku gihiştine destê me car caran 15-20 kesan dikin wan qawîşan.’
‘Dîsa îçtîmayên leşkerî bi wan didin kirin. Ji xwe eger derbekirin serkeftî bûbûya wê wiha bibûya. Di 12ê Îlonê de jî heman tiştan bi girtî û mehkûman didan kirin. Serê girtiyan bi dîwarê ve didin zivirandin û bi darê zorê girtiyan dibin girtîgehan.’
Amed
‘Heja Algan li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Di nav 75 welatiyên sivîl ku li Nisêbînê –li 6 taxan derketina derve hêjî qedexe ye- hatibûn binçavkirin de ew jî hebû. Piştî îşkence lê hate kirin çavê wî yê rast bi temamî kor bûye û ji çavê xwe yê çepê jî derp xwariye û xetera korbûna wê çavê wî jî heye. Her çiqas ku sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê hatibe kirin jî, destûr nayê dayîn ku wî bibin nexweşxaneyê.’
Meletî
‘Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê cihazên dengqeykirinê û kamerayan xistine odeya ku girtî lê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk tînin. Berpirsyariya parêzeran yên mahremiyeta hevdîtinê, veşartinê û qanûna parêzertiyê bi temamî hatine binpêkirin. ‘
‘Hefteya borî meseleya ku li Girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê pêk hat û di medyayê de jî hat belavkirin li ber çavan e û em jî wê yekê ji nêz ve dişopînîn. Em li Tirkiyeyeke wisa de dijîn ku parêzer tên derbkirin û nîvê şevê davêjine nava zeviyê.’
Edene
‘Li Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê 33 jinên ku girtiyên siyasî ne bi darê zorê neqlê Tarsusê hatin kirin.’
‘Li Girtîgeha Tîpa F ya Sincanê û li gelek girtîgehên din gelek surginkirin û sewkirinên bi heman awa, muamele û îşkenceyan pêk tên.’
(YY/YO)