Ji bo daxistina Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê (Tîrmeh-Tebax-Îlon 2024) bi formata PDFê bitikîne
Her çiqas di demên dawî de li Tirkiyeyê girtin û tundkariya fizîkî li dijî rojnamegeran kêm bibe jî, pêkanînên wekî jêbirina nûçeyên online yên ku rojevê diyar dikin û rexne li desthilatê digirin didome û her weha pêkanînên gef xwarinê yên Partiya Tevgera Netewperest(MHP) û pêkhateyên siyasî yên girêdayî wê yên li dijî rojnamegeran, kêfîtî û bêcezatî rewa dike.
Yekitiya Sazkirinên Gihîştinê û Dadweriyên Cezê û Aştiyê, di encama daxwazên derdorên desthilatê, derdorên MHPê û hin însiyatif û burokratan de di qonaxa Tîrmeh - Îlonê de di çarçoveya “mafên takekesî” de herî kêm 87 nûçe û bi sedan naverokên rojnamegeriyê an jî parvekirinên medyaya civakî yên têkildar hat asteng kirin. Êdî li Tirkiyeyê li ser mijarên wekî gendelî, bêhiqûqî, terîqet û baweriyê ne pêkan e ku nûçe were çêkirin.
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê, herî kêm 164 rojnameger di çarçoveya dozên cezê de û her weha 5 jî di çarçoveya dosyayên tazmînatê de hatine darizandin. 68 rojnameger rastî gefên MHP û pêkhateyên siyasî yên girêdayî wê hatine. Tevî Hayko Bagdat 77 rojnameger ji ber "Heqareta Li Serokomar" hatine mehkûmkirin.
Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas(RSF) de di nava 180 welatan de di rêza 158an de ye. RSFê bang li Recep Tayyîp Erdogan kir ku "rojnamevanên serbixwe biparêze û ji bo ewlehiya mafê agahîgirtinê li welat reformên berfireh pêk bîne " 10emîn sala serokomariya Erdogan temam bû.
Gefên MHPê zêde bûne
Hevkarê desthilatê MHP û rêxistinên siyasî yên girêdayî wê û yên weke Ulku Ocaklari hiqûqê tune dihesibîne û gefan li rojnamegerên lêkolîner û saziyên çapemeniyê yên weke Halk TV dixwin ku bi domdarî mijarên wekî kuştina Sînan Ateş dixin rojevê.
Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê de bi rêyên daxuyanî û "daxwazname" yan gef li 71 rojnamgeran hatin xwarin. Ji wan 68 kes di hedefa MHP û pêkhateyên siyasî yên girêdayî wê de bûn. Her wiha di daxwaznameya ku MHPê di doza kuştina Ateş de bi îdiaya ku “mexdûrên sûc e” pêşkêşî dadgehê kir, ji 154 kesan 63 jê rojnameger in. Di danişîna dozê de bersûcê tetikkêş Eray Ozyağci bi nîşandana “tetikê” gef li rojnamegerên doz dişopandin, xwar.
Di sê mehan de 14 kes beraet bûye, 11 kesan jî ceza stendiye
Di qonaxa Tîrmeh-Îlonê de rojnamegerên kurd ku di nav wan de yên bi “endamtiya rêxistinê” tên darizandin jî hene, Dîren Yurtsever, Deniz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Ağgoz û nûçegihana malpera JinNewsê Oznur Deger bi giştî bi 50 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. Rojnamegerê sirgunkirî Hayko Bagdat bi tohmeta ku "heqaret li Serokomar kiriye" tê darizandin sal û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê yê taloqkirî lê hat birîn. Ji ber ku axavtina panelekê ya Parlamentera berê ya HDP'ê Leyla Guven di malper û YouTube û Malpera Nûçeyan a Yuksekovayê de hat weşandin, ji berpirsên malperê Erkan Çapraz û Omer Oguz bi tohmeta "propagandaya rêxistina terorê kirine" 16 hezar 660 TL cezayê pere hat birîn.
Di vê heyamê de Elîf Akgul û Haluk Kalafat jî di nav de 14 rojnamegerên ku bi sûcê “hevdîtinên di navbera kesan de weke bêhiqûqî belav kirine”, “bidestxistn û weşandina daneyên şexsî”, “propagandaya rêxistinê”, “bi eşkereyî belavkirina agahiyên xapînok”, "binpêkirina qanûna meşên xwenîşandanê" û "endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin, beraet kirin. Koordînatorê Ofîsa Stenbolê yê Deutsche Welleyê (DW) rojnamevan Bulent Mumay bi îdiaya ku “daneyên şexsî belav kiriye” 20 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku dadgeha îstinafê ev ceza pesend kiriye Mûmay wê dosyeyê bişîne Dadgeha Destûra Bingehîn(AYM).
Ji 17 bersûcan jê Hayko Bagdat ji ber “heqareta li serokomar” ceza stend
Di heyama Tîrmeh-Îlonê de navên herî kêm 17 rojnameger û karîkaturîstan (Bariş Pehlîvan, Ozan Alper Yurtoğlu, Deniz Yucel, Îhsan Çaralan, Înan Kızılkaya, Ahmet Sever, Hayko Bagdat, Sedef Kabaş, Erk Acarer, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, "Alice", Ramazan Yurttapan, Haydar Ergul, Furkan Karabay (2) û Rustem Batum) di dozên "heqareta li Serokomar" de derbas bûn. Di vê dosyeyê de bi giştî 84 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di vê dosyeyê de salek û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê yê taloqkirî li rojnamevan Hayko Bagdatê sirgûnkirî hate birîn.
Xala 299an a TCKê di serdema 10 salên desthilatdariya Erdogan de rê li ber darizandina zêdetirî 250 rojnamegeran vekir û ji wan Hayko Bağdat jî di nav de herî kêm 77 rojnameger bi cezayê girtîgehê an jî cezayê pereyan hatin mehkûmkirin.
Aktorên di dozên cezê yên rojnamegeran de: Desthilat û daraz
Di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, herî kêm 18 rojnameger di çarçoveya dozek an jî çend dozên cezê de, ji ber giliyên ji aliyê derdorên hikûmet û darazê ve hatin kirin de, bi îdiaya "heqaret", "heqareta li wezîfedarê dewletê" û "îftîrayê" hatin dadgehkirin. Di vê heyamê de biryarên mehkûmkirinê derneket û Oktay Candemir, Hayko Bagdat, Bariş Pehlivan û Mustafa Buyuksipahî beraet kirin.
Dozên tezmînatê û cezayên ji ber “Erdogan”
Di 3 mehên dawî de herî kêm 5 rojnameger û 2 saziyên weşanê bi 2 mîlyon 65 hezar TL cezayê tezmînatê hatin darizandin. Di van dozan de rojnameger Sedef Kabaş di doza ku 250 hezar TL tezmînat hatibû xwestin de ku ji ber gotinên li ser qenala Tele1ê yên derbarê Serokomar Erdogan de dihat darizandin, 115 hezar TL ceza lê hat birîn. Halkbankê jî ji ber nûçeya "Halkbankê 550 milyon kredî daye mafyayê" ya rojnamevanê lêkolîner Tîmûr Soykan derbarê Rojnameya BirGûn û birgun.net'ê de doza 1 milyon TL tazmînatê vekir.
87 nûçe û bi sedan parvekirinên rojnamegeriyê hatin sansurkirin
Yekitiya Sazkirinên Gihîştinê û Dadweriyên Cezê û Aştiyê, di encama daxwazên derdorên desthilatê, derdorên MHPê û hin însiyatif û burokratan de di qonaxa Tîrmeh - Îlonê de di çarçoveya “mafên takekesî” de herî kêm 87 nûçe û bi sedan naverokên rojnamegeriyê an jî parvekirinên medyaya civakî yên têkildar hat asteng kirin.
Li Amedê piştî ku qedexeya weşanê ya li ser nûçeyên têkildarî kuştina Narîn Gûrana 8 salî ya li Amedê hat rakirin, hişyariyên "nepeniya lêpirsînê" hat dayîn.
Herî dawî li Açik Radyoyê 189 hezar 283 TL cezayê pereyan û 5 cezayên rawestandina weşanê bi hêceta gotina “Qirkirina Ermeniyan” hat birîn û ev ceza, ji aliyê dadgeha îdarî ve hat vegerandin.
Agahiyên baş jî hene!
Di 3 mehên dawî de 14 rojnameger hatin beraatkirin. 10emîn Dadgeha Îdarî ya Herêmî a Enqereyê, cezayê bernameyê û cezayê pereyê zêde yê RTUKê li Açik Radyoyê birî û îtiraza ku lê hat kirin qebûl nekir. Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Îzmîrê Ozer Akdemîr, têkildarî bê hêcet betalkirina karta xwe ya çapemeniyê di dadgehê îdarî de doz vekiribû û di dozê de bi ser ket. Rojnamevan û pêşkêşvana bernameyê Şîrîn Payzînê, ji bo ku Serokê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag li ser medyaya civakî ew hedef nîşan daye, doz lê vekir.
Çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî bûyera kuştina Narîn Gûrana 8 salî ya li Amedê da. Lêbelê, saziyên weşanê ji ber negirtina standardên exlaqî rastî rexneyên giran hatin..
Sînan Aygul li Dadgeha Destûra Bingehîn bi ser ket
Sînan Aygul ji ber ku di gotara xwe ya bi navê “Jeo-Vurgun” de Parlamenterê AKPê yê Bedlîsê Vahît Kiler weke "siyasetmedarê hîlekar" bi nav kiribû, ceza stendibû û hatibû girtin. Di vê qonaxê de Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku azadiya xwe îfadekirinê hatiye binpêkirin û û 20 hezar TL tazmînat da Aygul.
Gulbin Tosun ji NOW TVyê derket
Pêşkêşvana Bultena Nûçeyên Sereke a NOW TVyê Gulbîn Tosun bertek nîşanî daxuyaniyên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ên di 3 mehên dawî de yên derbarê ajalên kolanan de dabû. Piştî bertekan Tosûn neçar kirin ku destûrê bikarbîne. Tosûnê bi vê re aşkere kir ku wê dev ji kanalê berdaye.
(EÖ/AY)