Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” di 9ê Adara 2021an de dabûn destpêkirin. Nobet di roja 535emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Nobeta dayik û kurê wê ya li qada sih a pêş avahiya edliyeyê ji 8ê Tebaxê ve bi hinceta biryara walitiyê ya “Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” dihat astengkirin. Lê belê malbat bi sekna xwe ya biryardar ev du roj in li qada sih a pêş edliyeyê nobeta xwe digire.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsên ku piştî nekarîn malbatê ji pêş edliyeyê dûr bixin, dest bi astengkirina kişandina wêneyan a xebatkarên çapemeniyê kirin. Polîsên ku diyar kirin wêne kişandina malbatê serbest e, qedexeya walitiyê ya “Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” weke hincet nîşandan û îdakirin ku qedexeye ku dîmen werin kişandin. Polîsan gef li kedkarên çapemeniyê xwarin ku heke dîmenan bikişînin wê derbarê wan de “kirariyên qanûnî” bidin destpêkirin.
Li ser vê yekê malbat derbasî qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin a li derveyî avahiya edliyeyê bû û li wir daxuyanî daye. Ferît Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Di dema vê nobetê de Walî, Midurê Şaxs Ewlekariyê, Midûrê Polîsan ê Bajêr guherî. Îro jî wê Serdozgerê Komarê yê 4’emîn dest bi wezîfeyê bike. Her kesên tên, bi bikaranîna heman rêbaz û zextê bi zorê hewl didin me ji edliyeyê dûr bixînin. Ev du hefte ne her roj, rayedar ji bo me ji edliyeyê dûr bixînin, hewl didin bi zorê qanûnan derxin. Ev du roj in ev zext li pêşberî biryardariya me hat rakirin. Her kesê ku tê fêhm dike ku em bi biryar in û gavekê bi paş ve diavêje. Eger Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, em dixwazin tişta hewce bê kirin. Dema me dest bi Nobeda Edaletê kir, me got ‘heta daxwazên me bi cih neyên em ê ji vir neçin’. Heke mirinek hebe, dê li ber edliyeyê be. Daxwazên me bi temamî qanûnî ne. Li nexweşxaneya dewletê 3 mirov hatin qetilkirin, du ambûlansên dewletê hatin bêkêrkirin. Birayekî min jî 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Ev bêhiqûqî derbasî dîrokê bû.”
Odeya Doktoran piştgirî daye malbatê
Odeya Bijîşkan a Rihayê serdana malbata ku çalakiya xwe ya nobetê bi biryardarî didomîne kir. Sekreterê Odeya Bijîşkan a Rihayê Firat Erkmen di serdanê de axivî û got: “Em îro di roja 535’emîn de ji bo piştgiriyê bidin malbatê weke Odeya Tabîban a Rihayê li vir in. Tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne jî daxwaza edaletê ya malbatê nîşaneya wê yekê ye ku di dozê de edalet pêk nehatiye. Tevî ku 4 sal bi ser re derbas bûne jî girtinên nû yên têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê pêk hatin, gumanên di bûyerê de nîşan dide. Nexweşxane cihên ku şifa li mirovan tên belavkirin e, lê li pêş çavên kedkarên tenduristiyê komkujiyeke giran hat kirin. Tevî ku dîmen û îfadeyên hempîşeyên me yêntenduristiyê hene jî, zêdeyî 4 sal in bêedaletî dewam dike. Ji bo tundiya li tenduristiyê biqede, em xebateke cidî dimeşînin. Serpêhatiya malbatê li Tirkiyeyê bûyera herî mezin a tundiya di tenduristiyê de ye. Divê edalet bi lezgîn pêk bê."
Şande bi malbatê re Nobeta Edaletê didomîne.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)