Lîstika “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê 9ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) li Su Gosterî Merkezî bê lîstin.
Bixwîne - Şanoya "Bêrû" li Moskovayê Xelata Mezin bi dest xistiye
Lîstik wê saet 20.00ê dest pê bike ku Su Gosteri Merkezi li Aksaraya Stenbolê ye.
“Bêrû” ji hêla Dario Foyî ve hatiye nivîsandin. Dilawer Zeraqî ji bo kurdî wergerandiye û Nazmî Karamanî derhêneriya wê kiriye. Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Çelîker û Cîhad Ekîncî di lîstikê de dilîzin. Lîstik du perde ye.
Teatra Jiyana Nû di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe dimeşîne.
Derbarê TJNyê de
Teatra Jiyana Nû di sala 1991an de bi vekirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) re weke beşeke NÇMyê dest bi xebatên xwe kiriye. Di sala 1992an de kom xwe wek komeke serbixwe saz kiriye û navê "Teatra Jiyana Nû" wergirtiye. Di sala 1996an de Şanoya Hêlîn û di 1998an de jî bi navê Sarya Halk Sahnesi du beşên wê hatine avakirin û xebatên xwe yên perwerdehî û lekolînê bi rê ve biriye.
Ji wê rojê ve ye kom xebatên xwe berdewam dike.
Hin lîstikên ku komê lîstiye
Mişko, Mirin û Jiyan, Jinên Bindest, Dewaya Generalê Teneke, Sê Ewrên Dûr, Rojbaş, Govenda Hilo, Bayê Elegezê, Komara Dînan Şermola, Ta, Gurzek (Ne)Lêdan, Zimandirêj, Prometheuse Zincîrkirî, Girav, Em û Ew, Sê Sêv Bi Nanek, Mirina Anarşîstekî, Navê Vê Lîstke Çi ye, Li Welatê Wenclayî Evîn, Nobedarê Dêriyê Cinetê, Şîret, Ji Mirinê Veger Tûneye, Agirê Newrozê, Guşto, Zarokên Apê Musa, Qurmê Darê, Zeviya Jiyanê, Apê Elalepçê, Berber, Dergûşa Cîhanê, Memê Alan, Şert, Mehîr, Du Şivan, Germa Tebaxê, Gunde Xeze, Arizayên Teknîkî, Axuya Spî, Agir, Zîlan, Meşa Jiyanê, Pênc Pêçî,Tirsa Fuhrer, Masîreşa Biçûk, Bêrû.
(FD)