Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Civîna sêyem a Doza Berkîn Elvanî li Dadgeha Cezayên Giran a 17. hat birêvebirin. Bersûcê polîs, F.D. ji bo dadkirinê nehat anîn.
Di herdu civînên pêşiyê de parêzerên Elvanî xwestibûn ku divê polîs bê girtin û ji bo dadkirinê bê anîn lê daxwaza wan nehatibû qebûlkirin.
Bixwîne - Bersûcê kuştina Berkîn Elvanî hat dadkirin
Dadgeha navborî ji TUBITAKê(Saziyên Lêkolînên Zanistî û Teknolojîk) xwestibû ku ew raporekê li ser dîmenên bûyerê amade bike lê saziyê amade nekiriye.
Dê û bavê Berkîn Elvanî Gûlsûm Elvan û Samî Elvan jî beşdarî civîna dadkirinê bûn.
Can Atalayê parêzer eşkere kir ku TUBITAKê li şûna eşkere û zelalkirina dîmenên bûyerê dîmenên ku bûyer tê de nîne zelal kiriye.
Civîna çarem a dadkirinê dê di 13ê Kanûna Pêşîn de siet 10.00ê de be.
Çibûbû?
Di 16ê Hezîranê de, poîsan li Okmeydaniya Stenbolê êrîşî xwenîşanderan kiribû. Berkîn Elvanê 14 salî di êrîşê de bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bû û ji beriya bigihe nexweşxaneyê mir.(AS/MB)
Wêne: Erhan Tekten – DHA / Stenbol