Bernameya yadkirina hunermend Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasiyî hatiye betalkirin.
Wêjegeh Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku bername betal bûye: “Em, bi xemgînî û ji ber sedemên ne bi destê me, çalakîya xwe ya ji bo yadkirina Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Nenîyasî ku me yê 25ê Adarê roja şemîyê li dar bixista, betal dikin. Bila nûr li wan bibare.”
Bixwîne - Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî wê li Amedê bên bibîranîn
Tîgrîs û Nenîyasî di encama erdhejên 6ê Sibatê de li Amedê can dabûn. Wêjegeh Amedê aşkere kiribû ku bi beşdariya nas û dostên herdu hunermendan wê di 25ê Adarê de bernameya yadkirinê lidar bixe. (FD)