Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Sibatê aşkere bûye. Bername 5ê Sibatê, roja şemîyê wê bi “Hevdîtinên Roja Şemîyê” dest pê dike. Sazûmana geştyar ya Bart Art Labê wê bibe mêvanê vê bernameyê. Seçkîn Aydin wê di beşa bi navê “Benda Krîtîk” de bi hunermend û akademîsyen Aşkin Ercanî re biaxive.
Kargeha Çîrokan ya Li Derve, piştî hevdîtina yekem û duyem, vê mehê wê bi du çalakîyên din bidome. Çalakîya di roja 6ê Sibatê de, wê li hêwana Wêjegeh Amedê tê kirin. Ji ber ku Sîdar Jîr wê li derveyî Amedê ye, çalakîya roja 15ê Sibatê wê ji Berlînê û li ser Zoomê bê kirin.
Kargeha Çandê, vê mehê, wê Emeer Hasanpourî li xwe dike mêvan ku Hasanpour di van demên dawîyê de li derdora Amedê xebatên fîlmçêkirinê dike. Hasanpourê ku pratîka xwe ya li ser sînemayê di ser sînemaya hêçaneyî re pênase dike, ew ê di ser du fîlmên xwe re, wê behsa xebatên xwe û felsefeya sînemayê ya hêçaneyî bike.
Wêjegeh Kitap, vê mehê, di çalakîya pêşî ya Roja Nivîskar de, Ahmet Îşozu wê li xwe bike mêvan. Di çalakîya duyem de jî, Sûltan Yaray, Gulgeş Deryasipî û Amîne Pîrozxan wê li ser antolojîya çîrokên jinan (20 Jin 20 Çîrok Antolojîya Êşên Jinan) biaxivin
Di dawîya mehê de, çalakîya rêzebernameya bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê wê bi rêvebirina Salih Kevirbiriyî dewam bike. Bername wê vê carê, bi çalakîya bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê - 4: "Elîyê Evdirehman: Lehengekî Edebîyata Kurdên Sovyeta Berê" û bi beşdariya Letîf Birûkî, Zeharê Evdî, Silhedînê Eliyê Evdirehman û Fexredînê Elîyê Evdirehman pêk were.
Wêjegeh di meha Sibatê de wê li Mêrdînê li Leylan Kafeyê çend bernameyan pêk bîne.
Bernameya Mêrdînê wê bi rêvebirîya Tehsîn Bêravi, dest bi çalakîya kargeha wênegirîya xweristê dikin. Di rojên pêş de wê hûrgilîyên kargehê aşkere bibin. (FD)