TJA û Meclisa Jinan a HDPê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li 10 bajarên ku erdhejê lê bandor kiriye wê bi jinan re bên ba hev.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya xwe ya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê TJAyê di 25ê sibatê de bi dirûşma “Piştevanî dide jiyîn” û Meclisa Jinan a HDPê jî di 26ê sibatê de bi dirûşma “Ne bi tenê, em bi hev re ne/Jin, Jiyan, Azadî” starta 8ê Adarê dabûn.
Bernameya TJA û Meclisa Jinan a HDPê ya 8ê Adarê wiha ye:
* Jinên TJA'yî yên ku dê li Serhedê bên cem hev, dê di 1'ê adarê de bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun li Meletiyê bi jinan re bên cem hev.
* Bi tevlibûna endamên TJAyê yên herêma Egeyê û parlamenterên HDPê Tulay Hatîmogûllari û Serpîl Kemalbay, jin dê di 3ê Adarê de li Hatayê bin.
* Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran dê di 4ê Adarê de bi hevserok û hevberdevkên HDPê re li Hatayê bin.
* Jinên ji bajarên Anatoliyaya Navîn bi tevlibûna Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû û Muazzez Orhan di 4ê Adarê de dê li Dîlokê bin.
* Jinên herêma Marmarayê dê di 6ê Adarê de bi tevlibûna parlamenterên HDPê Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz li Mereşê bin.
* Jinên TJAyî yên Êlihê di 1ê Adarê de bi tevlibûna Parlamentera HDPê Feleknas Uca, ji Amedê di 3ê Adarê de bi tevlibûna parlamenterên HDPê yên Amedê, Dersîm Dag û Remziye Tosun, ji Sêrtê di 5ê Adarê de bi tevlibûna Parlamentera Nûran Îmîr, Berdevka HDPê Ebrû Gunay û Parlamenter Pero Dundar dê di 4ê Adarê de ji Merdînê biçin Semsûrê.
* Di vê çarçoveyê de dê di 7ê Adarê de Civîna Koma Jinan a Meclisê pêk were û Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan wê biaxive.
* Bi pêşengiya TJAyê wê di 8ê Adarê de li Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê meşên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li gelek bajaran bi tevlibûna TJA, Meclisa Jinan a HDPê û platformên jinan daxuyanî bên dayîn.(AY)