Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Colemêrgê meşên xwepêşandanê, çalakiyên rûniştinê, civînên çapemeniyê, greva birçîbûnê, danîna konan û vekirina standan jî tê de hemû çalakî heta 15 rojan qedexe kirine.
Newroza ku di 21ê Adarê de tê pîrozkirin di nava vê dema qedexeyê de ye.
Biryara qedexeyê ji 17ê Adarê saet 00.01ê destpê kiriye û wê heta 31ê Adarê saet 23.59ê dewam bike.
Walîtiyê biryara qedexeyê di malpera xwe ya fermî de aşkere kiriye ku tê de wiha gotiye:
“Li gorî Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanê û Qanûna Birêvebirina Bajaran, ji bilî yên ku Walîtî û Qaymeqamî li dar dixin, mitîng, ji 17ê Adarê saet 00.01ê heta 31ê Adarê saet 23.59 deqîqeyan li nava sînorên bajarê (navenda bajêr, navçe, hemû qadên di bin berpirsiyariya cenderme û polîsan de) civînên li derve, meşên xwepêşandanê, çalakiyên rûniştinê û xwepêşandanê, protestoyên zincîra mirovan, meş û civîn, civînên kursiya gelî, civat, civînên gelî, xebatên dengî û dîtbarî yên bi rêya amûrên dengî tên kirin (wesayît, mobîl û hwd), grevên birçîbûnê, danîna konan, civînên çapemeniyê, vekirina her cure standan, komkirina îmzeyan, firandina lempeyên mirazan, balonan, dron, paramotor, planor û yên weke wan û her cure xebatên esmanî, ji bilî yên saziyên dewletê, hemû civînên yadkirinê, merasîmên yadkirinê, konser, şahî, şano, skeç, sînevizyon, pandomîm û yên weke wan, pêxistina meşaleyan, belavkirina belavokên destan, broşuran, daliqandina afîş û posteran, zeliqandina sticker û yên weke wan hatine qedexekirin.” (TP/FD)