Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê hikûmetê, Bekir Bozdagî duhî got ew dixwaze li ser navê hikûmetê careka dî jî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bike û jê re bêje bila dest ji referandûmê berde.
Bozdagî eşkere kir ku Dîwana Wezîran şîretên Lijneya Ewlehiya Neteweyî li ser çavên xwe aniye û biryar daye. “Hemî bijarte li ber çavan hatine raxistin. Hatiye eşkerekirin heke referandûm bibe Tirkiye dê çi bike, dê kengê bike.”
Lijneya Ewlehiya Neteweyî duhî kom bû û eşkere kir “referandûma serbixwetiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ne meşrû ye. Nayê qebûlkirin”
Parlamentoya Tirkiyeyê dê ji bo tezkeredana operasyonên li Iraq û Sûriyeyê bêne kirin îro siet 16:00 kom bibe.
Berdevkê hikûmetê eşkere kir ku ew ne paşdedana referandûmê dixwazin, ew yek car betalkirina referandûmê dixwazin.
Bozdagî da zanîn ew ê niho eşkere nekin ka heke referandûm bibe ew ê li dijî Herêma Kurdistana Iraqê çi tedbîran bigirin.
(BK/MB)
Wêne: AA