Polîsan li Îzmîrê bi ser mala endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozenê de girtin û ew desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Gozen bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hate desteserkirin û birine Rêvebiriya Emniyetê ya Îzmîrê ku li Konakê ye.
(AS/AY)