Belgefîlma Taylan Mîntaşî ya bi navê “Birayên Bêdengiyê” dê di 2yê Adarê de li sînemayan bê nîşandan. Fîlm li ser jiyana du birayên kerr û lal e.
Çêkerê fîlmê Erol Mîntaş e. Fîlmê li Festîwala Fîlman ya Dihokê, Xelata Jûriyê ya Taybet standiye. Di Festîwala Fîlman ya Bostonê de jî fîlm bû xelathilgira Xelata Mansîyonê.
Du birayên bi navê Toso û Çao li gundekê biçûk yê Qersê dijîn. Fîlm zehmetiyên jiyana bêdeng ya herdu birayan nîşan dide. Fîlm dê li ser navê şirketa Kurmaca Filmê li sînemayan bê nîşandan.(MB)