Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Camînando Fronteras, rêxistina civaka sivîl ya ku serbi Îspanyayê ye aşkere kiriye ku Belema penaberan ya ku hewldaye ji peravên rojavayê Afrîkaya Bakûr biçin Giravên Kanarya yê Îspanyayê, bin av bûye û di encamê de 44 kes mirine. Her weha 12 kes jî hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniyê belema penaberan ji Bojadorê derketiye rê. Penaberan xwestine biçin Îspanyayê.
Helena Maleno, Berdevka Caminando Frontesê li ser bûyera duh (8ê Gulanê) agahî dyea û aniye ziman ku cenazeyên 7 ji penaberên mirine ji deryayê hatine derxistin, yên mayî jî hînê di bin deryayê de ne.
Li gorî nûçeya France24ê, Malenoyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û diyar kiriye ku 12 kesên bi saxî rizgar bûne hatine desteserkirin.
Las doce personas supervivientes están detenidas en aplicación de la ley de extranjería marroquí. No hay derechos, ni siquiera piedad para las migrantes.
— Helena Maleno Garzón (@HelenaMaleno) May 8, 2022
Her weha roja 11ê Adarê li heman herêmê bûyereke bi heman rengî pêk hatibû ku belem noqî avê bûbû û zêdeyî 40 penaber miribûn.(SD/AY)