Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku li Amed û Stenbolê qediya li Wanê di roja sêyem de berdewam dike.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Baydemîr derbarê qirêjiya ekolojîk a li Wanê, polîtîkaya hikûmetê ya Sûriyeyê û hin mijarên din ên rojevê de axivî.
“Bi milyonan masîpank mirin”
Beşek ji axavtina Baydemîrî wiha ye:
“Serokê Giştî yê AKPyê Erdoganî beriya niha bi 2 rojan li Rîzeyê gotineke gelekî rast got. Ez li ser navê Partiya xwe jî piştrast dikim. Çi gotibû. Ew Ayder a ku Xwedê daye me gelekî cuda ye lê me Ayder gemarî kir, me ew rezîl kir. Rast e we gemarî kir, we rezîl kir. Ev ne tenê bi Ayderê re sînordar e, ev kurteya polîtîkaya we ya jîngehê ya desthilatdariya we ya 15 salan e. Ma tenê Ayder? Hesenkeyf, Allîanoî, Gola Wanê. Binêrin di navbera Gola Wanê û gelê Wanê de dîwarê şermê tê lêkirin. Li Herêma Bendamasiyê we rêya du çeman guherand. Hejmara 40 taxan ji nanê xwe bûn. We pencereyek wisa girt ku bibû nasnameya Wanê. We bi Santralên Hîdroelektirîkê (HES) re pêşî li koçberiya ters girt, bi milyonan masîpank mirin. Çawa ku we Ayder gemarî kir niha heman pêkanîn li Wanê jî çêdibe.
Dagirkirina Efrînê
“Polîtîkaya we ya Sûriyeyê ji serî de polîtîkayeke kirêt e. Polîtîkaya we ya dijminantiya Kurdan wê bi we nede qezenckirin. Dagirkeriya Kuweytê çi encam derxistibe, dagirkirina Efrînê jî wê rîskê dihewîne ku heman encamê derxîne. Heke ku hûn naxwazin bobelatên mezintir çêbibin, dest ji vê polîtîkayê berdin. Tu diçe û tê dibêjî xetên me yên sor hene. Ma xetên te yên sor hene lê yên kesên din nînin? Gelê Wanê di 16yê Nîsanê de karta sor nîşanî te da. Karta sor nîşanî polîtîkayên te yên kayyûmî, polîtîkaya te ya Rojava da.
Wê li Îzmîrî berdewam bike
HDPyê di 25ê Tîrmehê de li Amedê li Parka Ekîn Cerenê dest bi Nobeta Wicdan û Edaletê kir û paşê li Stenbolê li Parka Yogûrtçûyê berdewam kir. Nobet wê li Wanê 6 rojan berdewam bike û paşê biçe Îzmîrê. (NV/FD)