Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan û hilberîner e. Wî di temenê xwe yê pir ciwan de dest bi nivîsîna kurdî kir. Heta niha pênc berhem nivîsîne. Yek jê çîrok e û çar jî roman in. Romana Bawer Rûken a dawî “Di Tarîyê De” di sala 2020 de ji Weşana Lîs ê der çûye. Romana nivîskar ya dawî “Di Tarîyê De” romana jiyana Reşo K. ye. Bi vê romanê Rûken “Bere şêwaz û adanîya pênûsa romannivîsîya xwe daye rêyeke nû.” Nivîskar, bi ziman û şêwaza xwe, xwendevana dikişine nava tarîyê û xwendevan bi Reşo K. re dibin şahidê jiyana parûperçe ya Reşo K. Binpêbûna derûnîya serleheng a li dijî sîstemeke enteresan, heta dawîya romanê di nav xumamîyeke Kafkaesk de didome. Ev hevok mînaka derûnîya Reşo K. ye: “ Li ber kevîyên dawîn ên jiyanê meriv tenê pêjna dengê nigên mirinê dibihîze.”
Bawer Rûken ji bo çi dinivîse?
Ez ji bo ku karibim nefesê bistînim, dinivîsim. Ez ji bo ku karibim roja din bi hîsa ku li vê dinyayê bi kêrî tiştekî hatime dest bi rojê bikim, dinivîsim. Helbet ez ji bo ku karibim kevirekî li ser kevirên wêjeya kurdî zêde bikim, dinivîsim.
Bawer Rûken wexta ku Frensî yan jî Rûsî bûya, yanî ku ne Kurd bûya wê ewqas serê xwe bi nivîsandinê re biêşandaya gelo?
Ez dikarim vê pirsa te bi vî hawî rave bikim. Şert û mercên “kurdbûnê” îro ro belkî şert û mercên herî dijwar in. Dema min nû dest bi nivîsê kir, min bawer dikir ku min ji ber şert û mercên polîtîkî ên zimanî kurdî berê xwe dayê vê rêyê. Lê belê zemên nîşanî min da ku min ji bo xwe, ji bo nefessitandina xwe û ji bo bengînîya min a li ser xwendin û nivîsîna zimanê xwe, zimanê kurdî min dest pê kiriye.
*Bawer Rûken û Ba Har Guner
Trawmayeke yan jî bûyereke mezin a Bawer Rûken heye gelo ku bandor li jiyana wî yan jî li nivîskarîya wî kiribe?
Di jîyanê de ez pir kêm caran li hemberî bûreyekê an qewimînekê mîna hin kesan “şoq” bûme. Hetta ez dikarim bibêjim, bawerîya min bi vê şoqbûnê nayê. Jîyanê têre xwe balkêş e û bi awayekî balkêş min ecêb û mat nahêle. Lê belê hin pêvajoyên ku li ser min bandorên giran, tehrîpkar û diltezîn hiştine hene. Hetanî vî emrê demajoyeke ku hîn neqedîyaye, eger gotin di cih de be, ez li bin guhê erdê xistime berdewam dike, tê. Ev demajo, cih û warê ez lê hatim dinyayê, derdora ez tê de mezin bûme û pêwendîyên malbatî ku piranî li ser feodalîzmeke hişk ava bûne trawmaya min a herî mezin e. Ev hîn jî li ser min bi awayekî jêneger berdewam dike. Heye ku heta ez di nava sînorên vî welatî de bim jî ez ê her timî rûbirûyî vê trawmayê bim. Kî zane roja ku ez ji vir bar bikim û biçim welatekî pir dûr, hingê belkî ez hinekî jî be karibim jê rehet bibim.
"Ez her roj dinivîsim"
Bawer Rûken herî pir di kîjan wextê rojê de dinivîse yan jî di kîjan wextê rojê de nikare binivîse? Ji we re, Ji bo nivîsandinê, cudahîya demsalan ji hev heye gelo?
Dema min nû dest bi nivîsê kir, eger ne êvar bûya û ez ne li ber maseya xwe a xebatê bûma min nikaribû binivîsanda. Aniha piştî 14 salan karê nivîskarîyê her danê rojê ez dikarim binivîsim. Bes ku ez wextê bibînim. Lê belê eger ev dan, danê sibehê be ji bo nivîsê û hişekî zelal baştir e. Ez her roj kêmanî rûpeleke A4 ji romanê li ber destê xwe dinivîsim. Yanê ez her roj li ber maseya xebatê kêmanî sê saetên xwe, ji bo nivîsê dibihurînim. Ev min rehet dike. Awayek ji awayên terapîyê jî meriv dikare bifikire. Tenê wexta ku morala min li tiştekî xera bûbe û ez pir westîyayî bim ez nikarim binivîsim. Bawerîya min bi bandorkirina demsalan a li ser ruh û hîsên mirov heye. Ev vê yekê di ruh û hîsên xwe de jî dibînim.
Di jiyana rojane ya Bawer Rûken de û di pêvajoya nivîsandinê de hesta ku herî pir derdikeve pêş kîjan e?
Demajoya nivîsandinê, piranîya hîsên min ên jîyana rojane jî dîyar dikin. Eger ez ji nivîsandina berhema xwe a wê demê razî bim ez aram im. Berevajîyê vê ez endîşedar û nerehet im. Herî pir berî ku ez ê dest bi berhemeke nû bikim ez dikevim halekî pir xerab. Wê demê ez ne dixwazim bergê pirtûkekê bibînim û ne jî dixwazim çav li berhemên xwe ên berê bigerînim. Bi gotineke din her tişt bi min pûç û vala tê. Di hundirê min de çolistaneke ku dê min bixeniqîne peyda dibe. Lê belê bi nivîsandinê re ew çolistana vediguhere ser cihekî gul û gulistanî.
"Eger îlham hebe jî ji bo min tune ye"
Bawer Rûken ji îlhamê yeqîn dike gelo? Eger ku yeqîn dike îlhama xwe ji çi û çawa distîne? Pirseke din ez dixwazim lê zêde bikim, çavkanîyên nivîskarîya Bawer Rûken çi ne?
Derbareyê vê yekê de ez dudil im. Eger fikirên nivîsandinê ên ku min ber bi maseya xebatê ve dikişînin, bi îlhamê wer in ravekirin, wê gavê hebûna îlham ez qebûl dikim. Lê belê fikira min ev e, eger îlham hebe jî ji bo min tune ye. Çiku ez bi hawîyekî disîplîne û demdirêjî dixebitim. Yanê ez bi xebat û şixûlê sîstematîk bawer dikim. Gelo kîjan îlham dikare di pêvajoya nivîsandina romaneke du sê salî de berdewam be? Çavkanîyên berhemên min piranî ji jîyana min a rojane tê hilberandin. Lê belê ez şert û mercên welatê xwe nikarim ji jîyana xwe a rojane cuda bifikirim. Lewre ez van her duyan bêhtir wek çavkanîyên berhemên xwe dibînim.
Pirtûka te ya ewil pirtûka çîrokan bû, pişt re te çar roman nivîsandin. Nêta Bawer Rûken heye ku dîsan çîrokan binivîse yan jî çîrok ji bo romannûsîya we pêlikek bû?
Vê gavê di çavikê maseya min a xebatê de bi qandî têrê sê dosyayan bike çîrok hene. Anegorî min hinek qedîyane û hinek jî hin tam nekemilîne. Di jîyana rojane de gelek çîrokên ku dixwazin xwe bidin nivîsandin tên aqilê min. Ez wan not dikim. Lê belê paşê ez dibînim ku her çîrokeke bi qandî berfirehbûn û dirêjbûna romaneke di nava min de şax ber dayê. Belkî jî sebeba vê yekê ev e, ez ji nivîsandina romanê bêhtir hez dikim.
Ji bilî nivîsandina romanan, Bawer Rûken li ser cûreyeke din dixebite yan jî dil dike ku bixebite?
Eger ez mijûlbûna bi çîrokê re nehesibînim. Vê gavê ez tenê serê xwe bi hunera romanê re diêşînim.
Ez zanim ku Bawer Rûken ji sînemayê hez dike û arşîveke wî ya dewlemend heye. Di wêjeya Bawer Rûken de ciyê sînemayê heye, eger hebe ciyekî çawa digire?
Rast e. Di berhevkirina arşîvê de keda gelek hevalan heye. Ji vir dubare spasîya wan dikim. Sînema çav e, dîtbarî û sehneyên zindî ne. Lê belê nivîs, hiş e, xeyal e, ne bi çavan tê dîtin û ne jî bi destan tê girtin. Sînema dikare xeyalên min û bergehên dîtina min berfireh bike. Lê sînema ji vejandina hêza xeyalên min wêdetir nikare ti feydeyê bigihîne min. Heta ez di vê bawerîyê de me ku gelek caran sînema dikare zirarê bide nivîsê jî.
"Hêlek min hîn gundî ye hêla din jî bajarî"
Piştî van pirsan ez dixwazim pirseke kin ji te bikim: Gund an bajar?
Pirsa te kin e, gelo bersiva min jî dê kin be ez ne bawer im. Gund ew cîgeh e ku ez lê hatime dinyayê, bajar ev cîgeha ku min li hêla jîyanê a din dîtiye. Hêlek min hîn gundî ye, hêla din jî bajarî. Ez vê pirsê tim ji xwe dikim: Gelo çima her romana min li bajêr dest dike, lê belê ya li gund bi dawî dibe yan jî li gund berdewam dike? Ez dibêm miheqaq pêwendîya vê yekê bi çanda netewên Rojhilatî ve jî girêdayî ye. Piranîya xelkên Rojhilatê û bajarên wê hîn jî nola gundan in. Hîn jî çanda gundewarîyê di pêwendîyên mirovan de serdest e.
Dîmeneke ji zaroktîya Bawer Rûken ku derdikeve pêş heye gelo, tu dikarî bi me re par ve bikî?
Kî çax, li ku derê ez erdekî li bîçerê ketî, pirêzeyeke zer dibînim ez pê re vedigerim zarokatîya xwe. Li pêş çavên min zarokên ku teyarokên xwe ber bi valahîya zikê ezmên ve berdidin, resim dibe.
Bawer Rûken ji bo wêjeya Kurdî çi difikire?
Wêjeya soranî kêm zêde bazarek û palpişteke wê heye. Wêjeya kurmancî û dimilî (zazakî) piranî bi keda kesan li ser niga ye. Barê herî mezin li ser pişta xemxwûr û derdkêşên vê ye. Gelo di van şert û mercên giran de, ev ked ev xemxwûrî ne hêjayî qîmeteke mezin e? Lê belê ji bo berdewamîya karên wêjeyî palpiştek, piştgirîyek û berî her tiştî çavkanîyên finansmanî divê hebin. Tevî hemû neyînî û astengîyên li ber wêjeya kurdî jî îro ro rewş bi ya min baştir e. Wêjeya kurdî berê li ber rîska asîmîlasyonê û windabûnê bû. Îro ro, êdî em di wêjeyê de çavên xwe li kar û berhemên hêja digerînin. Bi ya min dahatûyeke baş li benda wêjeya kurdî ye. Ji xwendevanan hetanî nivîskaran divê her kes bi vê bawer bike û bi hêvî be.
Tu herî pir ji wêjeya kîjan neteweyî hez dikî, klasîk an modern kêfa te ji kîjan nivîskaran re tê?
Ji bo xwendinê ez ti cudabûnê naxim nava wêjeya neteweyan. Ez li qalîtebûn û hêjabûna berhemê dinêrim. Helbet her netewe li gorî xwe xasî taybetmendîyan in. Ji bo teknîk û fehmkirina romana nûjen ez berhemên roja me ên cîhanê dişopînim. Lê belê ez tehma xwendinê bêhtir di berhemên klasîk de dibînim.
Romana te ya bi navê “Di Tarîyê De” romaneke hatîye pêşnûmakirin an di pêvajoya nivîsandinê de jixweber derketîye holê?
Her berhemek di eynî wextê de demajoya nivîsandina xwe jî dîyar dike. Romana Di Tarîyê De bêhtir di demajoya nivîsandinê de bergeha xwe fireh kir û ji bo min berê xwe da qul û quncên hişê min ên ku min bi xwe jî kifş nekiribûn.
"Jiyana romanê bi pîvanên jiyana rojane nayên ravekirin"
Karekterê Reşo K. çawa hatîye afirandin û Reşo K. bi jiyana rasteqîn re çiqasî têkîldar e?
Ji bo min karakterê Reşo K. jî nola hemû karakterên din ên romanê ne navenda romanê ye. Ez wan wekî qasid dibînim. Qasidên ku pira di navbera herfan û cîhana li paş herfan digihîne hev. Cîhana romanê divê li gorî cîhan, atmosfer û dînamîzma navxweyî a romanê bê nirxandin. Li gorî rasteqînîya cîhana di romana de Reşo K. karakterekî rasteqîn e. Lê belê ne li gorî rasteqînîya jîyana rojane. Divê meriv vê yekê tevlihev neke, ti carî jîyana di romanê de hatî avakirin, bi pîvanên jîyana rojane nayên ravekirin. Li vir mebesta min ne xeletîyên matematîkî û ên mantiqî ne. Li vir mebesta min pêwendî û bûyerên ku diqewimin.
Reşo K. çiqasî ji Bawer Rûken azad e?
Ango ez vê pirsê wisa bipirsim: Gelo Bawer Rûken çi qasî ji Reşo K. azad e? Helbet di demajoya nivîsandinê de ez bi karakterên xwe re dibim yek (ji alîyê hîs û ruhê ve). Lê belê dawîya dawîn gava roman diqede êdî ne ez ew im ne jî ew ez im.
Di romana te de wek ku hest û fikrên neteweperwer derketin pêş, tu vê yekê ji bo romanê çawa dikarî şîrove bikî?
Metnên pirhêlî, bergehfireh û qewîn, di her xwendinê de xwe jinûve ava dike. Heye ku ji bo te ev fikir bêhtir derketibe pêş. Mesela ji bo hin xwendevanan fikirên din derketine pêş. Her wiha em her dem û her kêlî, di jîyana xwe a rojane de bivê nevê em xwe di nava kêşe û derdên netewperwerîyê de dibînin. Bi awayekî xwezayî rûdana vê hîsê di romanê min de jî bi ya min dibe ku tiştekî asayî be. Te wisa xwendibe ji bo te wisa ye.
"Atmosfereke Kafkaesk"
Di romana "Di Tarîyê De" mifte pir cî digire, ji bo çi?
Jîyana mirov li gorî qonaxên tê re derbasbûye tê dabeşkirin. Her qonaxeke nû, çi baş çi xerab, bi mifteyekê dest pê dike (di wateya mecazî de). Ji bo vê romanê mifte navgînek e ku xwendevan her timî li derdora wî xanîyê derîkilîdkirî digerîne. Yek ji navenda romanê ev xanîyê derîkilîdkirî ye. Mifteyê wî derîyê jî belkî ne wek mifteyekî şênber be. Belkî temamîya metnê ew mifteyê ku K. lê digere bi xwe be.
Ji ber ku di romana we ya dawî “Di Tarîyê De” min şopên Kafka dîtin ez dixwazim vê bipirsim, Bawer Rûken bi çavekî çawa li Franz Kafka dinere û Kafka bandoreke çawa li ser we hiştîye?
Ji bo vê romanê, ji ber ku atmosfereke Kafkaesk e hin kesan wekî ku min romana xwe li ser cîhana hêmayên Kafka ava kiribe, fikirîne. Min berê jî gotibû ez li vir dubare bikim. Vegotina cîhana xewnên tirsnak, kabûsên reş û hişê mirovên li ber mirinê ji ber ku bi atmosfera Kafka ava kiribû re êdî tê pênasekirin, min jî xwest ez wisa binavînim. Eger danêrê vê atmosferê nivîskarekî din bûya, bêguman min ê li şûna navê Kafka navê wî/ê hilda.
Her wiha ez dixwazim vê yekê jî li vir bînim ziman. Reşo K. yanê karakter K. ji malbata karakterên Kafka ye. Ne tenê min gelek nivîskaran navê K. wek karakter di romanên xwe de kirine serkarakter e. Mînak: J. M. Coetzee, Orhan Pamuk û hwd.
Romana “Di Tarîyê De” romaneke çiqasî absurd e?
Di demajoya nivîsandina romanê de ji bo roman absûrd bibe min bi taybetî xebatek nekir. Min kir ku ez cîhana xewnên tirsnak, kabûsên reş û hişê mirovekî li ber mirinê (Reşo K.) bi atmosfereke kafkaesk vebêjim. Helbet ez nizanim di vê yekê de ez çi qasî bi serketim. Lê belê ez dikarim bibêjim ku ez jê rehet bûm. Lewre dema min xwest ez wan cîhanên min pênasekirî vebêjim min dît ku metna min xwe bi xwe ber bi absûrdbûnê ve çûye. Yanê wek gotina dawîn ez dixwazim li ser vê meseleyê vê bibêjim, vegotina cîhana xewnên tirsnak, kabûsên reş û hişê mirovekî li ber mirinê dema li gorî wê cîhanê tê nivîsandin, xwe bi xwe ber bi absûrdbûnê ve diçe. Ne hewce bû ku ez ji bo absûrdkirina romanê di hewleke dîtir kevim.
Zimanê romana te zimanekî xweş û rehet bû. Hin nivîskar ji bo hêza zimanê neteweya xwe ispat bikin, romanên xwe bi zimanekî giran û komplîke dinivisînin. Tu ji bo zimanê romanê çi difikirî, nivîskar divê romanên xwe bi zimanekî hêsan an giran binivîse gelo?
Her nivîskar ji zimanê xwe berpirsîyar e. Ez vê pirsê di ser nêrîna xwe a li hemberî zimanê romanê re vebêjim dê çêtir be. Ziman navgînek e, derîyek e û pasaportek e. Em di vê navgînê, vî derî û bi vê pasaportê re derbasî hêleke dîtir dibin. Ez dixwazim xwendevan bi hêsanî derbasî hêla romanê a din bibin. Yanê derbasî paş herf, gotin, paragraf û metnê bînin. Lewma ez zimanê romanên xwe bi qandî ji destê min tê hêsan dikim.
Her wiha meseleya ziman ji bo wêjeya kurdî meseleyeke pir “tenik” e. Hin kes radibin dibêjin zimanê herêma min rast e û ya herêma te xelet e. Hin kes radibin dibêjin hûn bi zimanekî çêkirî dinivîsin. Hin kes radibe dibêje hûn bi tirkî difikirin, lê bi kurdî dinivîsin. Bi ya min divê her kes, nivîskar, helbestvan, lêkolîner û hin kesên xebatkar ên qadên din jî hewl bidin ku zimanê kurdî standardîze bikin. Divê li şûna ku xwe ji hev bixeydînin, li hev rûnin di navbera xwe de hevparîya gotinan deynin. Di xwezayî de zimanên standard tune ne û hetta zimanê tu herêman di nav xwe de ne sitandard e jî. Lê belê xelkên zane ji bo bi her hawî hevparîyê hewil dane zimanekî xwe yê sitandard ava kirine. Gelo em çima nikaribin bi vê zengînbûna qedîm a zimanê xwe standardbûnekê deynin?
Li ser wêjeya Kurdî, bandora wêjeya Tirkî û zimanê Tirkî heye gelo, eger hebe bandoreke çawa ye, tu vê çawa dinirxînî?
Bi gotineke din wêje jihevbandorwergirtin e. Ne tenê ji bo wêjeya Tirkî, ji bo hemû zimanên di nava hev de dijîn, ên di di binbanê dewletekê de dijîn û ên ku fersax fersax dûrî hev in jî, pêwendîya wan her çi di pêwendîya serdestî û bindestîyê de be û her çi jî di pêwendîya demokratîkbûnê de be bandorê li hev dikin û ji hev bandorê digirin. Ez vê yekê neyînî nabînim. Berevajî ez vê wekî şansekê dibînim. Em ji wêjeya Tirkî bandorê digirin, em ji wêjeya Awrupî bandorê digirin û em ji wêjeya Amerikî bandorê digirin; bi heman awayî ev hemû wêjeyên navborî di nav xwe de ji hev bandorê digirin û bandorê li hev dikin. Eger Tirk bi çavekî nasyar û lêkolîner nêzikî wêjeya me bibin, bêguman wêjeya me jî dê bandorê li wêjeya wan bike. Ya giring divê dema me ji wêjeya Tirkî bandor girt, em karibin wê bandorê di parzûna wêjeya xwe re derbas bikin. Em karibin pê sînorên wêjeya xwe berfirehtir bikin. Û dûrî kompleksên xwepiçûkdîtinê bin.
Derbarê Bawer Rûkenî deDi sala 1985an de li gundê Hajîlera Hewagê yê Rihayê ji dayik bûye. Di sala 2010an de Beşê Perwerdehîya Mamostetîya Seretayî li Zanîngeha Mêrsînê qedandiye. Di sala 2011-2012an, li Rihayê di Radyoya Netê de bernameya "Destar" a wêjeyî ya Kurdî amade û pêşkêş kiriye. Di sala 2010an de, di Pêşbazîya Çîrokan a Huseyîn Çelebî de çîroka wî ya bi navê "Neftelîn" xelata yekem wergirtiye. Nivîs û çîrokên wî di gelek kovar û malperên Kurdî de hatine weşandin û çîrokên wî li zimanên din hatine wergerandin. Di kadroya avakirina Wêje û Rexne û Zaremayê de cih girtiye. Li Zanîngeha Artukluyê, mastera xwe ya Kurdî kuta kiriye. Berhemên wî: Dojeha Veşartî, çîrok, Weşanxaneya Avestayê, Sitenbol, 2011. Qalik, roman, Weşanxaneya Avestayê, Sitenbol, 2014. Herimî, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2017. Pirtûka Tenêtîyê, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2019. |
(BG/FD)