Başak Demîrtaş û du keçên xwe, strana hevjînê xwe Selahattîn Demirtaşî gotiye
Berbijarê serokkkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demirtaşî li Girtîgeha Edirneyê gotinên stranekê nivîsîye, malbata wî ew stran gotiye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berbijarê serokkkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demirtaşî li Girtîgeha Edirneyê gotinên stranekê nivîsîye, hûnermendên Tarkan Ergün, Serpil Ergün û Suavi stran amade kiriye û malbata wî ew stran gotiye.
Hevjîna Demirtaşî Başak Demirtaşê stran gotiye, keçên wî Delal û Dildayê li gîtar û kemanê daye.
Selahattîn Demirtaşî ji girtîgehê bi rêya telefonê bi awayekê zindî guhdariya stranê kiriye. Başak Demirtaşê vîdeoya dema gotina stranê li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye.
Başakê gotiye:
“Ma her Seloyê serok dê bibêje, vê carê me sûprîzek lê kir û me got. Hûn dibêjin çawa ye?”
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.