Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Başak Demîrtaş, Hevjîna Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî, bi îdiaya ku “raporeke ne rast a tenduristiyê wergirtiye”, bi cezayê girtîgehê ceza kirine.
Ji ber heman îdiayê, di 3ê Gulana 2018an de doz li Demîrtaşê vebûbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehkirina Başak Demîrtaşê û R.B., doktorê ku rapor nivîsandiye, duh (11ê Çiriya Paşiyê) li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Dadgehê her yek ji wan bi 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Parêzerên Demîrtaşê derbarê biryarê de daxuyaniyek nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku, Başak Demîrtaşa tenduristiya wê nebaş bû û pitika wê di zikê wê de can dabû, di 4, 12, 16, 23, 25, 28, 30ê Çiriya Paşiyê ya 2015an û 7 û 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an de doktoran ew kontrol kirine, ew derman kirine û di vê demê de du caran emeliyat bûye.
Parêzeran di berdewama daxuyaniyê de gotiye, Ji ber ku hatiye famkirin wê pêvajoya dermankirina wê dirêj bibe, ji bo li şûna wê mamosteyekî/e din wezifedar bikin û xwendevan mexdûr nebin, di serdema duyem a sala perwerdeyê ya 2015-2016ê de bi daxwaza xwe destûr wergirtiye û di vê demê de jî mehane nestendiye.
“Dîrok şaş hatiye nivîsîn”
Parêzeran wiha dewam kiriye:
“Başak Demîrtaş, hê dema nexweşiya wê dewam dikir, di 11ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an de çûye Navenda Tenduristiya Malbatan a Kayapinarê ya Amedê û li wir ew kontrol kirine, raporeke ji bo pênc rojan nivîsandine. Lê di kaxiza ku dane wê de dîroka nivîsandina raporê şaş hatiye nivîsandin ango 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an hatiye nivîsandin. Wê ev rapor daye dibistanê.
Ji bo ev şaşî derkeve holê, bes dikarin li deftera tomarkirinê ya polîklînîkê ya Navenda Tenduristiya Malbatan binêrin. Her weha di fotokopiya tomarkirinê ya polîklînîkê de diyar e ku Başak Demîrtaş di 11ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an de kontrola wê hatiye kirin û rapor ji bo wê nivîsandine. Ev fotokopî jî di dosyeya dadgehê de ye.”
Parêzer li dijî vê biryarê wê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî bidin. (RT/FD)