Barzanî: "Divê Enqere û Bexda li hev bikin"
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî got ku piştî paqijkirina DAIŞê wê di rewşa demografiya Mûsilê de ti guhertin çênebe.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî got ku li Eniya Xazirê civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê eskerên Tirkiyeyê yê li baregeha Başîqayê got, "Ji bo hebûna eskerên Tirkiyeyê yên li Mûsilê, divê di navbera Enqere û Bexdayê da rêyeke lihevkirinê bê dîtin."
Barzanî herwiha got: "Di çarçoveya operasyonê da qadeke zêdetirê 200 kîlometrekareyî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Em dixwazin gelê Mûsilê emîn be. Em wek pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo li herêmê qetlîam çênebe, herêm bi hêsanî were rizgarkirin hewl didin."
Wê gel bizirvre cih û warên xwe
“Ew xenekana li dijî DAIŞê ji bo parastina Pêşmerge hatin kolandin.
Derbarê gundên ku hatin bidestxistine de jî... Ew gundana hatin rizgarkirin. Gelên wan gundan jî wê bizivrin cih û warên xwe.”
(YY/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.