Baroya Şirnexê ji bo betalkirina ezmûna KPSSyê doz vekiriye
Baroya Şirnexê piştî îdiayên ku pirs hatine parvekirin, bi daxwaza betalkirina ezmûna KPSSê ya îsal li Dadgeha Kargêrî ya Nobedar doz vekiriye.

Baroya Şirnexê bi daxwaza betalkirina Ezmûna Bijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS), li Dadgeha Kargêrî ya Nobedar a Enqereyê serlêdana sûc kiriye.
Baroyê di daxwaznameya xwe de gotiye, "Girtina pirsiyaran ji weşanxaneyekê û di ezmûnan de pirskirina wan pirsiyaran dê bibe sedema reqabeteke ne adil di navbera beşdarvanên ezmûnê de."
Baroyê daye zanîn ku dê ev yek rê li ber neheqiyeke mezin veke û xwestiye ku ev ezmûn were betalkirin. (RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.