Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Amedê, derbarê zewicandina bi zorê ya zaroka keç ya 15 salî de daxuyaniyekê daye.
Di roja 26ê Kanûna Paşiyê ya 2019an de li Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Amedê giliyek hatiye kirin û gotine li navçeya Pasûra Amedê zarokeka keç ya 15 salî hatiye zewicandin.
Pişti vê giliyê Baroya Amedê ji bo parastina mafên zarokan serî Dozgeriya Komarî ya Amedê daye û dema ku Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Amedê çi encamek bi dest nexistiye derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û gotiye: “Ev tiştên di qewime careke dî daye ravekirin ku em weku civakî ji diyardeya bêpar hîştina zarokên keç ji perwerdehiyê û zewicandina bi zorê ya wan rizgar nebûnin.”
(AÖ/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye