Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku li ser malpera xwe wêneyên tetikkêşê JITEMê Mahmût Yildirimê nasnav Yeşîl û “Torosa Spî” difirot, Baroya Amedê, giliyê platforma bazirganiyê ya online Çiçek Sepetiyê kiriye.
Baroyê gilîname pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Amedê kiriye û gotiye ku ji ber “pesnê sûcdar û sûcî kiriye” bila destûra karkirinê ya e-tîcaretê ya malperê bê betalkirin û tedbîrên ewlehiyê bêne standin.
“Sembolên hêzên paramîlîter in”
Baroyê di gilînameyê de diyar kiriye ku “Di salên 1990î de li Tirkiyeyê bi hezaran mirov ji ber kuştinên faîlên wan nediyar hatin qetilkirin û di malpera Çiçek Sepetiyê de 6ê Adara 2023yan firoşkarê bi navê Uyguncaseyê, wêneyên yek ji sembolên wê demê wesayita bi navê Torosa Spî ya di karen kuştinan de dihate bikaranîn û Mahmût Yildirimê bi nasnav Yeşîl ê faîlê gelek kuştinan û sembola hêzên paramîlîter difirot.”
Piştî li ser platformên medyaya civakî bertek hatin nişandan, Çiçek Sepetiyê daxuyaniyek weşand û got ku wan ew tiştên firotinê ji ser malperê rakirine û têkiliya bazirganiyê ya bi firoşkarê bi navê Uyguncaseyê re bidawî kiriye.
Baroya Amedê di gilînameyê de destnîşan kiriye ku binpêkirinên mafên mirovan ên ji hêla rayedarên dewletê ve tên kirin nayên lêpirsîn û ev sûc bêceza dimînin.
Her weha hatiye diyarkirin ku firotina van tiştan gefxwarina li kurdan e.
Çi bûbû?
Di 5ê Adarê de li Bûrsayê di navbera Bûrsaspor û Amedsporê de maça futbolê hatibû lîstin û alîgir û futbolistên Bûrsasporê êrîşî alîgir û futbolîstên Amedsporê kiribûn.
Di dema maçê de alîgirên Bûrsasporê li trîbûnê wêneyên Mahmût Yildirimê endamê JITEMê û wesayita bi navê “Torosa Spî” hildabûn. (AS/FD)