Baroya Amedê giliyê MHPyiyê ku Amedspor hedef nîşandabû, kiriye
Baroya Amedê giliyê Mehmet Delîhasanê MHPyî kiriye û xwestiye bi Xala 216emîn a TCKyê were darizandin û cezakirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Amedê giliyê endamê meclîsê yê MHPê yê Şaredariya Sariyerê Mehmet Delîhasan ku ji ber gotinên wî yên ji bo pêşbirka Sariyer û Amedsporê kir.
Baroya Amedê gotiye, Delîhasan bi gotinên xwe 'kîn û dijminahî xistiye nava gel’ û her weha sûc kiriye. Di vê çarçoveyê de êrîşên devkî yên li hemberî Klûba Amedsporê baroyê weke sûc nirxandiye û xwestiye Delîhasan li gorî xala 216an a TCKê bê darizandin û cezakirin.
Koma Amedspor Barikatê li ser medyaya civakî bang li Baroya Amedê kiribû û gotibû, "Em bang li hemû saziyên xwe yên hiqûqî û pêwendîdar dikin ku ji bo kesê bi navê Mehmet Delîhasanê ku bi awayekî eşkere heqaret kiriye û Amedspora me terorîze kiriye erka xwe bike.”
(EMK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.